
Miracaetên ji bo tevlibûna 10’emîn Mîhrîcana Filmên Kurdî ya Londonê ku wê di navbera 13 û 22’yê Nîsanê de bê lidarxistin, didomin. Miracaetan 13’ê Mijdarê dest pê kir wê heta 15’ê Çileyê 2018’an wê bidomin.
Mijara Sereke ya filmên ku wê tevli mîhrîcanê bibin, îsal bûyerên dawîn ên li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn in. Ji ber vê yekê di mihrîcanê de wê li ser berxwedana dîrokî ya li hemberî DAIŞ’ê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê bê rawestîn. Li gorî komîteya amadekar ragihandiye, beşên li mircaetê vekirî ev in: Filmên dirêj, belgefilm û kurtefilm. Her wiha hat diyarkirin ku îsal mihrîcan dê diyariyeke taybet bide Belgefilma herî baş.
Navnîşana mihrîcanê ya ji bo miracaetan wiha ye “Filmfreeway” (https://filmfreeway.com/)
Ji bo zêdetir agahiyên li ser mijarê binihêrin li www.lkff.co.uk
Hûn dikarin pirsên xe yên derheqê sponsortî, hevkarî û dilxwaziyê de jî bişînin ji vê navnîşana li jêr info@lkff.co.uk
LONDON