Mîhrîcana Govenda Kurdistanê, ku her sal li Ewrûpayê tê lidarxistin, wê îsal li bajarê Elmanyayê Munsterê pêk were. Mîhrîcan wê di navbera 3-4’ê Hezîranê de were lidarxistin û 25 komên govendê yên ji gelemperiya Ewrûpayê, wê ji bo serketinê tevlî pêşbirkê bibin.

Mîhrîcana Govend û Muzîka Kurdistanê ku yek ji girîngtirîn çalakiyên Kurdistaniyên li Ewrûpayê ye, îsal cara 30. tê lidarxistin. Ji salên borî cudatir, îsal bi du beşan ‘muzîk û govend’ ji hev hate veqetandin.

Beşa yekemîn a mîhrîcanê, beşa muzîkê di 13’ê Gulanê de li bajarê Dusseldorfê pêk hatibû.

Beşa govendê, ku beşa duyemîn a mîhrîcanê ye, wê di navbera 3-4’ê Hezîrana 2017’an de li bajarê Munster ê Elmanyayê pêk were. Ji Elmanya, Swîsre, Ingilîstan, Awûstûrya, Îtalya, Fransa û Hollandayê wê 25 komên govendê ji bo yekemîniyê li ber xwe bidin. Tevî govenda ji herêmên cuda yên Kurdistanê, wê di mîhrîcanê de muzîk jî hebe. Mîhrîcan wê 3’ê Hezîranê roja Şemiyê saet di 12:00 de li navnîşana “Auala am Aasee Scharnhorstrasse 100, 48149 Munster” dest pê bike. Di mîhrîcanê de ku wê dîroka mîhrîcanê jî were vegotin, her wiha pêşangehek ji cil û bergên Kurdî jî were pêşandan. Di heman demê de wê pêşangeheke wêneyan jî hebe. Mîhrîcan wê 4’ê Hezîranê roja Yekşemê bi eşkerebûna encamên pêşbirka govendê biqede.

Li dijî bişaftinê bend e

Mîhrîcana Govenda Kurdistanê di salên 90’î de bi pêşengiya Hozan Mizgîn û Sefkan hate organîzekirin ku niha tradîsyoneke Kurdî li pey xwe hiştiye. Bi vê adetê, derfeta nifşên li dîsaporayê çêbû ku xwe bi çanda govêndên Kurdî re mezin bikin û li dijî bişaftina çandî bendekê ava bikin. Di destpêka salên 80’yî de Kurd bi pêvajoyeke nû re rûbirû bûn. Wê heyamê, tevgera Azadiya Kurd hêdî hêdî dibû xwedî piştgiriyeke civakî, li Kurdistanê berxwedana gel kat dida. Kurdên li derveyî welêt nexasim jî yên li Ewrûpayê ev berxwedan bi şanazî peşwazî dikirin. Bi hêzeke xurt, bilez li Elmanya, Swêd, Hollanda û hwd. dest bi xwerêxistinê kirin. Bi vê pevajoyê re wek koma Berxwedan, kovarên Komîteya Kurdistan, Berxwedan, Serxwebûn û Komeleyên Kurdan daketin meydana çandî û siyasî ya Kurdî. Di heman demê de li dijî bişaftinê ji bo parastina çand û hunerê Kurdî mihrîcan jî hatin organîzekirin ku ev xebat bûne  derfet ji bo girseyîbûna tevgera azadiyê. Di destpêkê de li Koln a Elmanyayê û Stockholm a Swêdê ev rêxistinkirin hatin destpêkirin û vê rêxistinkirinê gav bi gav xwe gihand Kurdên li Ewrûpayê. Hîmê fikra lidarxistina mihrîcanan beriya bi 30 salan ji aliyê hozan Mizgîn û Sefkan ve hatibû danîn. 

 NAVENDA NÛÇEYAN