Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê duh çalakiyên tora duyem a mihrîcana Hawar a dengbêjiyê bi şahiyekê, dest pê kir. Di çalakiyê de, bi sedan hezkiriyên çand û hunerê, Endamên TEV-DEMꞌê, navenda geşedana aborî, Yekîtiya Ciwanên Rojava û hunermendên kantona Efrînê, amade bûn.
Çalakiyên mihrîcanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa TEV-DEMꞌê ya Kantonê Mistefa Hesen, cîgira serokê Desteya Çand û Hunerê Salîhe Seydo û berpirsyarê mihrîcanê Usama Ehmed, axivîn.
Axafvanan destpêkirina çalakiyan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê, pîroz kirin, her wiha dane zanîn ku dema dijmin dixwaze gelekî qir bike, çand û dîroka wî hedef digire.
Banga parastina çandê
Di axaftinan de, hate destnîşankirin ku şoreşa zihniyetê li ser esasê fikirê azad û girêdana bi welêt pêk hatiye û girîngiya mihrîcanê wiha vegot:” Bi riya mihrîcana dengbêjiyê, bingeha pêşxistina çand û hunerê ava dike û nifşekî nû ku bikaribe bi şoreşa çandî, şoreşa leşkerî bidomîne.”
Piştî axaftinan, zarokên ku beşdarî mihrîcanê bûne, stranên filiklorî ji kevneşopiyên çanda kurdî stran. Piştre, hunermendê mezin û tembûrvan Mihemed Hac Welo hat, tacîdarkirin. Her wiha belgefilmek li ser amadekariyên mihrîcanê yên 3 mehan, hat pêşandan. Şahiya destpêkirina mihrîcanê bi stranan bi dawî bû. Mihrîcana Hawar a dengbêjiyê duh dest pê kir û dê heta 31ꞌê tebaxê bidome.
ANHA/EFRÎN