Desteya Çand û Hunerê û TEV-ÇAND’ê yên herêma Efrînê, Yekemîn Mihrîcana Kurtefîlmên Sînemayê organîze kir, û mîhrîcanpêr bi şahiya dayîna xelatan bi dawî bû.
Ji bilî bi dehan ji şêniyên herêmê, Hevserokê Meclîsa Rêveber Osman Şêx Îsa, Seroka Desteya Çand û Hunerê Şîraz Hemo û Serokê Desteya Karên Derve Silêma Cafer di şahiyê de ku li dika şanoyê ya Desteya Çandê ya li herêmê hatibû lidarxistin, amade bûn.
Di şahiyê de kurtefîlma dawîkirina mihrîcanê ya derhêner Suheyla Ebdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê hat pêşandan. Kurtefîlma Suheyla Ebdî çîrokên jinên Êzîdî yên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, vedigot.
Di dawiya mihrîcanê de kurtefîlmên “Dayika Hena” ya derhêner Mon Al Garîlaw a ji Filipîna û “Hezkirin” a derhêner Boya Harizanov a ji Bulgaristanê, xelata baştirîn kurtefîlmî wergirtin.
EFRÎN