Bi pêşengiya aboriya jinê ya Kongreya Star yekemîn Mîhrîcana Nan û Dan ya berhemên destê jinê li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo hat lidarxistin. Mîhrîcan bi beşdarbûna nêzî 400 jinî ji hemû sazî û dezgehên jinan ên kantona Qamişlo pêk hat. Di mîhrîcanê de berhemên ji genim yên wekî danûk, mehir û kadeyan pêşkêş kirin. Herwiha xemil û bedewiya jinan şewqa xwe da mîhrîcanê, jinan bi cil û bergeyên xwe yên kurdî û xemla rêûresma resen berê xwe dan Mîhrîcanê. Dîmenên cuda jî li mîhrîcanê xwe didan der û li aliyekî jinan danê xwe dikeland û li aliyekî jî mirov diçû demên berê.

“Mîhrîcanê em birin demên berê”

Têkildarî mijarê jinên beşdarî mîhrîcanê bûn ji me re qala beşdarbûna xwe ya mîhrîcanê kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Jina bi navê Bedîha Ebdullah ji bo tevlîbûna xwe ya Mîhrîcanê wiha got: “Mîhrîcana Nan û Dan careke din civaka me ya resen anî bîra me, çawa carê wisa dayik li hev komdibûn û bi hev re berhemên xwe ji keda xwe ye erdê çêdikirin, Hest û keda  me jinan di van kêliyan de ew bû. Dema ez li derdora xwe dinêrim, ez dibînim her tişt xweş e, wextê ku em zarok bûn em jî wisa li ber destê dayikan digeriyan û me danû ji wan dixwest, yan jî li ber sêla dayika xwe li benda çêkirina nan bûn. Niha di vê mîhrîcanê de dîsa ez van hemû tiştan dibînim û dilê min şad dibe.”

“Em parêzvanên çanda kurdî ne”

Jina bi navê Xalîda Mihemed jî yek ji beşdarên Mîhrîcanê ye, li ser xebata xwe di nava Mîhrîcanê de nêrîna xwe anî ziman û got: “Ji seetên sibehê de ez ji mala xwe derketime û min berê xwe daye Mîhrîcanê. Erka min ez genim bikelînim û bikim danû. Xweş e ku mirov wisa ked û berhemên destê xwe bibîne.  Em jinên çanda resen û parêzvanên rêûresma kurdî ne.”

Mîhrîcan bi stranên koma Şehîd Eleniya ya Rimêlanê, stranên kurdî yên Hunermed Baran û govendgerandinê bi dawî bû.

ROJ HOZAN-ROJDA SEYİDXAN - ANHA / QAMIŞLO