Mîhrîcana Neweşxaneya Soz a Derûnî bi beşdarbûna Hêro Îbrahîm Ehmed û sedan kesî saet 9´an dest pê kir. Di Mîhrîcanê de berhemên bi dest hatine çêkirin ên weke tizbî, bazin, cil, gore û hwd. gulên xwezayî, çalakiyên sporê, pêşkêşkirina muzîkê û nîşandana cureyên xwarinê cih girtin.
Endama Polîtbûroya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Hêro Îbrahîm Ehmed axaftina destpêkê a mîhrîcanê kir.
Endama Rêveberiya Nexweşxaneya Soz a Derûnî Mihemed Resûl, derbarê armanca lidarxistina Mihrîcanê de ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku balê bikşînên ser berhemên ji aliyê nexweşan ve tên hilberandin û ji bo nexweşiya wan derbas bibe karên bi vî rengî ji wan re dibin çavkaniya moralê.
Midemed Resûl diyar kir ku ew dixebitin da ku kesên di warê derûnî de nexweş careka din vegerênin li civakê û bi vî awayî tendûristiya wan baştir bikin.
Mîhrîcanê bi pêşandana berhemên nexweşan dewam dike.
ROJNEWS/SILÊMANIYE