2'emîn Mîhrîcana Şanoya Kurdî di navbera 6-10ê îlonê de li bajarê Seqizê hate pêkanîn. Ji bajarên Kurdistanê Bane, Kirmanşah, Xorasan, Merîwan, Şîrwan, Îlam, Seqiz, Sine û Bukanê 12 komên amator beşdarî festîvalê bûn. 

Di nav de lîstikvanên Şanoya Bajêr  a Amedê  û Koma Şar a Şanoyê bi lîstika şanoyê ya nivîskarê rus Anton Çehov a bi navê “Xalê Vanya” jî heyî du komên pispor bi pêşandanên xwe yên taybet di Mîhrîcanê de amade bûn. Şanoya Bajêr a Amedê li Salona Şanoyê a Îrşadê bi lîstika “Xulamê Du Xwedî” derkete pêş şanohezan û ji piyê ve bi çepikan hate pêşwazîkirin. Piştî lîstikê Serokê daîreya Çand û Hunerê Muharrem Cebe axivî, kêfxweşiya xwe anî ziman ku li Rojhilatê Kurdistanê ev bername bi rê ve çûye û silavên hevşaredaran gihandin beşdarên wê derê. 


 SEQIZ