Çalakiyên roja duyemîn a Mehrîcana Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi komên hunerê yên girêdayî navneda Çand û Huner a Baqî Xido dewam dikin.

Piştî pêşbirka listîkên zarokan ku li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido hate lidarxistin bi dawî bû, zarok hatin xelatkirin. Paşê jî komên hunerî yên girêdayî Navenda Çand û Huner a Baqî Xido gelek beşên hunerî pêşkêş kirin. Bi sedan welatiyên Kobanê û mêvan jî beşdar bûn. Paşê komên govendê yên bi navê Koma Şehîd Sînan, Koma Jinê ya gundê Xorxorî, Koma dayîkan û Şehîd Şîlan dan ber hev di pêşbirkekê de.

Piştî pêşbirka govendê, Navenda Çand û Huner a Baqî Xido pêşangeha wêneyên ku bi destan hatine çêkirin, vekir. Wêneyên hatin pêşkêşkirin ji aliyê 6 hunermendan ve hatibûn xêzkirin. Di vekirina pêşangehê de, pêşbirka helbestên ku ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê ve hatibû amadekirin, hat lidarxistin. Pêşbirk bi beşdarbûna 10 helbestvanan pêk hat, bi beşdariya 10 helbestvanan, helbest û stranên cur be cur li hember Komîteya ji 3 kesan ya Yeketiya Rewşenbîran, hatin pêşkêşkirin. 


 KOBANÊ