Mihrîcan Vejînê li Kantona Efrînê bi amadebûna xelkê bajêr destpê kir. Di mîhrecanê de dê cil û bergên Kurdî û amûrên kevin tên pêşandan.

Desteya Çandê ya kantona Efrînê ji meha Çile ve dest bi amadekariyên Mihrîcana Vejînê kiriye. Bi serdana malên ku amûrên folklorî dihewînin, vexwendin mîhrîcanê.

Mihrîcan bi xwepêşandanekê li qada Newrozê ya li bajarê Efrînê destpê kir û tê de bi dehan endamên desteyê cil û bergên Kurdî li xwe kirin, pankartên mihrîcanê hildan û bi tilîliyên dayika û heyecana gel li kolanan hatin pêşwazîkirin.

Xwepêşandan li qada Azadî, cihê mihrîcanê bi dawî bû û endamên Desteyê ji aliyê xelkê ve hatin pêşwazîkirin, pişt re mihrîcanê bi axaftina vekirinê a Seroka Desteya Çandê Hediyat Osman dewam kir. Osman got, "Me xwest rengê hûnerê careke din vejînin, lewma me ev mihrîcan li dar xist."

Paşê Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a katona Efrînê Ebdulah Şikakî got, wan bi vê mihrîcanê gaveke mezin ber bi ji nû ve geşkirina çanda herêmê ve avêtiye.

Piştî axaftinan, Endamên Desteyê cil û bergên Kurdî yê hemû temenan pêşkeş kirin. 


Gel bi mîrehecanê şa bû

Paşê beşdar derbasî konan bûn û li wir amûrên floklorî weke sebet û sindoqên kevin, cil û berên ciwanên Kurd ên nêçirvaniyê, tûrikên kevin, alavên bi destan hatin hazirkirin û cilûberg hatin pêşandan.

Li gor bernameya mihrîcana hefteyekê, îro xwarinên floklorîk wê bên nasandin û pêşkeşkirin. 



 ANHA / EFRÎN