Di Mîhrîcanê de şano, helbest, pêşangeh û stran hatin pêşkêşkirin.
Li Raco mîhrîcan li navenda Lijneya Fêrkirin û Perwerdekirinê hate lidarxistin, lijneya amadekar, mamoste û lijneya kontrolê amade bûn. Di nav şagirtan de yên herî jîr ji bo tevlîbûna mîhrîcana navendê hatin hilbijartin. 
Li Cindirêsê jî mîhrîcan li dibistana Têkoşer Îsa bi amadebûna şagirtên dibistana Asya, Dijwar, Fadil, Bedran, Dilsoz di roja yekemîn de dest pê kir. Tê de spor, tablo û stran hatin pêşkêşkirin.
Li Şiyê li dibistana Têkoşer Xeyrî bi amadebûna bi dehan ji mamosteyan mîhrîcan hate destpêkirin. Pêşangehek hate temaşekirin, di nava tabloyên pêşangehê de berxwedana taxa Şêx Meqsûd, YPG’ê û YPJ’ê bal kişand. Ji aliyê koma dibistana Şehîd Rênas ve jî şanoyek hate pêşkêşkirin.



Gund bi gund şahî


Li Navçeya Şera jî mîhrîcan li salona civînên navçeyê dest pê kir. Xwendekarên dibistana Têkoşer Rûken, Têkoşer Hemze, Têkoşer Fewzî, Têkoşer Ehmed, Têkoşer Îbo, Têkoşer Bahoz, Têkoşer Aslan, Têkoşer Jînda, Têkoşer Rêzan, Têkoşer Bedran li mîhrîcanê amade bûn. Paşê ji aliyê komên govendê yên dibistana Dêr Sewan, Çema, Mersawa, Berofo, Mersekê, Xirêba, dibistanên gundê Qetmê û dibistana gundê Mêdankî govend hate pêşkêşkirin.
Wek hat zanîn, îro pêşbirka pirsên çandî, pêşangeh,helbest, xwendin û nivîsandinê wê hebin. Di roja sêyemîn de jî navê kesên serketî wê werin diyarkirin û ew ê werin xelatkirin.


FÎDAN RÊZAN/JINHA /EFRÎN