Mihrîcana Zarokan a Sûrê îro dest pê dike ku ji aliyê rêxistinên sivîl ve bi awayekî kolektîf hatiye organîzekirin.
Mihrîcana Zarokan a Sûrê bi pêşengiya Komeleya Pêşî Zarok û bi alîkariya Ma Music, Şanoya Bajêr a Amedê, Zarok TV, ÇoçûkÇA, Komeleya Ekolojiyê, ZimZim, Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Anadolû Kultur, Komeleya Ziman û Çandê ya Mezopotayayê (MED-DER) û gelek sazî û dezgehên din ve tê lidarxistin.
Mihrîcan wê heta 11’ê Gulanê bidome. Di mihrîcanê de lîstikên kuçeyan, rîtm, atolyeya darbûkayê, atolyeya stranbêjiyê, atolyeya paşveguherandinê, atolyeya kîl û heriyê, atolyeya kevirboyaxkirinê, atolyaya resm, wêne, govendên gelêrî, pandomîm, wekî din, wê bên lidarxistin. Her wiha wê di mihrîcanê de filmên Kurdî yên anîmasyonî, lîstikên şanoyê yên Kurdî tên nîşandan û lîstin, û konsera zarokan jî tê lidarxistin û pirtûk tên xwendin.
MA / AMED