Mihrîcana Çand û Huner a Govend ku bi pêşengiya Hozan Mizgîn û Sefkan dest pê kiribû, dawiya hefteyê ji bo cara 31. îsal bi rê ve çû û mekanê wê jî bajarê Elmanyayê Hannover bû. Di festîvalê de 31 kom derketin ser dikê û 329 reqsvanan jî çanda Kurdistanê da nasîn.
Sibeha şemiyê, li nêzî Gara Trenan a Navendî a Hannoverê bi sedan govendger civiyan û bal kişandin ser xwe. Ji vir beşdarên mihrîcanê li ber dahol û zirnê û bûka li ser hespî, meşa xwe ya ji rêûresmê bire serî.
Mihrîcan li Navenda Çandê Pavillonê pêk hat.
Bersivek li dijî zextan e
Hevberdevka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hannoverê, Ayfer Kahraman zextên li dijî saziyên Kurd ên ku MÎR Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê jî di nava wan de bûn, ên li Elmanyayê bi bîr xistin û got, “Ev çalakî bersiveke van êrişan e. Çi dikin bila bikin, ji bo vejandina çanda xwe em ê têbikoşin.”
Komên serketî
Di encama mihrîcanê de Koma Evîna Welat a ji Baselê, Koma Laliş a ji Celleyê, Koma Govenda Baran a ji Kolnê, û Dîlana Roj Arya a ji Parîsê, xelatên komên serketî wergirtin.
Koma Govenda Baran a ji Kolnê wekî din xelatên “lêkolîna herî baş” û “Cilûbergên herî baş“ jî wergirt. Govenda Serhildan a ji bajarê Fransayê Rouenê jê “Xelata taybet a juriyê” wergirt.
HANNOVER