Li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê, çalakiyên roja yekemîn a Mihrîcana Şehîd Stêrvan doh bi dawî bû.
Diruşma mihrîcanê “Bi ruhê şehîd Stêrvan serî hilde, rêya rizgarkirina Efrînê nexşe bike” bû. Di mihrîcanê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Zeyneb Cuma xwişka şehîd Stêrvan, bi navê Kongreya Star rêveber Salha Mihemed û bi navê komîteya amadekar a mîhrîcanê, Emîne Bekir axivîn. Peyama sereke dewra jinan di Şoreşa Rojava de bû. Di roja yekemîn a mihrîcanê de, koma Şehîd Viyan Soran a ser bi Tevgera Kevana Zêrîn govend pêşkêş kirin, koma Şehîd Hêva û koma Awazên Kevana Zêrîn gelek stran gotin.
Biharîn Mihemed jî helbest gotin. Li aliyekî dîtir jî Fatme Ehmed gelek stran gotin. Mihrîcan îro û sibe jî wê dewam bike.
ANHA / ŞEHBA