Bi dirûşmeya `Bi vegera li ser kokê, em ê govendên xwe zindî bikin` Mihrîcana Govendê ya 4`an bi tevlibûna 11 komên govendê ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li stada Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişlo bi dawî bû.
Komên govendê yên ku tev li 4`emîn Mihrîcana Govendê bûn, di roja dawîn ya mihrîcanê de bi rêya berhemên xwe yên govendê têkiliyeke cihêreng ji kultur û çanda gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin.
4`emîn Mihrîcana Govendê di 27-28`ê Tîrmehê de li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo dest pê kir. Di dirêjahiya du rojan de komên beşdar, berhemên hunerî û gelêrî yên cuda pêşkêş kirin. Mihrîcan Pêr êvarê li Qamişlo bi beşdariya şêniyên bajêr bi dawî bû.
11 komên govendê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda û ji tevahiya pêkhateyan beşdarî mihrîcanê bûn. Her komekê cilûbergên çanda pêkhateya xwe li xwe kirin.
Koman di roja dawîn de berhemên xwe yên hunerî, stran û govendên her çandekê pêşkêş kirin.
Mihrîcan bi tevlibûna şêniyan a nava govendê li ber stranên gelêrî û şoreşgerî bi gelek zimanan bi dawî bû.
ANHA / QAMIŞLO