Bêguman mihrîcanên fîlman ji bo sînemagerên azad û serbixwe girîngiya wan heye. Heger ev mihrîcan pêk neyên ew ê ewqas fîlm neyên nîşandan û ewqas kesên ku bi sînemayê re mijûl in, hevdû nas nekin û haya wan ji hev çênebe. Rol û mîsyona mihrîcanan jî ew e ku dildarên sînemayê bîne cem hev û qadeke sînemayê biafirîne ji bo nîqaş û parvekirinê. Mabesta mihrîcanan divê dûrî vê fikr û ramanê nîn be. Divê tu mihrîcanên fîlman di bin siya xaliyên sor yên dirêj, lembeyên biriqî, xemla zêde, qurretî û xwe nepixandinê de nemine! Tiştê ku em dixwazin di mihrîcanên xwe de pêk bînin, mutevazîbûn û nefsbiçûkî ye. Lêgerîna me ya mihrîcan jî li ser vê esasê bi rêk û pêk dibe. Heger em mihrîcanên xwe wek mihrîcanên alternatîf pênase bikin divê şêwaz û naveroka me jî ji mihrîcanên din ciyawaztir bin. Divê reseniyek me hebe. Divê rengekî cûda ango bêhneke dilsoz bifûre ji salonên me yên sînemayê. Pêwîst e ev atmosfer were afirandin, nexwe tu ferqa me ji mihrîcanên din namîne. Pêwîst e em çarçoveya mihrîcanên xwe biparêzin û nekevin dafika mihrîcanên ji dilsoziyê dûr ango yên pergalê. Ev çend salên dawî ne li bakurê Kurdistanê mihrîcanên fîlman tên lidarxistin. Li Amedê mihrîcana belgefîlman ya FîlmAmed, Mihrîcana Fîlman ya Navneteweyî a Amedê, li Êlihê Mihrîcana Kurtefîlman Ya Yılmaz Guney û li Wanê jî Mihrîcana Fîlman ya Axtamarayê tê lidarxisitn. Ji bo bakurê Kurdistanê ev mihrîcan xwedî hêzek in û her wiha di nav gel de bandoreke sînemayê çêdikin. Her çiqas hin sal li gor pêvajo û rewşa şer betal ango taloq bibin jî hewldanek mezin heye ji bo ev mihrîcan pêk werin. Daxwaz û hêviya gel jî heye ji bo ev mihrîcan bênavber bidomin. Mirov dikare bibêje ku li gel hemû astengî, pêvçûn û aloziyan kedeke mezin heye ji bo van mihrîcanan û her sal ber bi profesyonelbûnê ve diçin ev mihrîcan. Ji bo bakurê Kurdistanê û ji bo sînemagerên Kurd hêviyek mezin in ev mihrîcan. Divê geştir û bi coştir bibin. Divê hemû sînemahez û sînemager van mihrîcanan biparêzin û li wan xwedî derkevin.

Çewa ku tê zanîn her roj qada nîşandana fîlman teng dibe û fîlmên tên kişandin nikarin dengê xwe bilind bikin. Endûstriya fîlman nemaze li Tirkiyê ketiye bin têkela çend şirketan. Ev rewş li hemû derê cîhanê êdî ber bi vî rengî ve diçe. Rewşa nîşandana fîlman niha pir xetere ye. Ev şirket kîjan fîlman bixwazin wan didin nişandan. Fîlmên ku ji hêla girseyên mezin ve neyên temaşe kirin nayên nîşandan. Fîlmên ku ji hêla naverokê de vala bin bi giştî cî di salonên sînemayê yên van şirketan de dibînin, wekî din fîlmên ku xwedî fikr û ramanên resen bin cî nabînin di van salonan de. Ji lewre jî fîlmên xweser, muhalif û serbixwe ancax dikarin di mihrîcanên fîlman de werin nîşandan. Ji bo van sedeman jî mihrîcanên fîlman ji bo sînemagerên serbixwe dibe qadeke xwe îfadekirinê. Lê êdî di van demên dawî de tê xwestin ku ev qad jî werin tunekirin û ji bo fîlm di mihrîcanan de werin nîşandan divê belgeya destûrê ji wezareta çandê were stendin da ku ew fîlm di van qadan de were nîşandan. Ev yek jî tiştek kêyfî ye û ji bo sînema pêşbikeve astengiyeke mezin e. Wezareta çandê vê yekê her çiqas wek prosedûr bi nav bike jî, ev yek bi awayek eşkere “sansûr” e. Wezaret dixwaze pêşî li nêrînên muhalîf bigire, ji lewra sînema hunereka bi bandor e û zû digihîje gel. Serdest vê yeke baş dizanin ji lewre jî heta ji destên wan tê dixwazin riya fîlmên polîtîk û muhalif bixitimînin.

Îsal jî heman astengî ji bo 3’yemîn Mihrîcana Fîlman A Axtamara Wanê derxistin. Lê komîteya mihrîcanê bi biryar tevgeriya û eşkere gotin ku em vê sansûrê napejirînin. Heta dawî jî fîlmên xwe nîşandan û bernameya xwe neguhartin. Ev bertekek di cî de bû  û her wiha sekneke exleqî bû li hember hunerê. Heqîqeta hunerê bêdengiyê napejirîne mixabin. Ji lewra divê mirov dengê xwe û dengê hunera xwe herî zêde di van pêvajoyan de, di  van rewşên giran de bilind bike. Axtamara dengek ji van dengan bû.

Di bin siya OHAL’ê de pêkanîna mihrîcanê bi wate bû û bersivek bû. Di festîvala Axtamara de ku di navbera 7-15 ê Kewçerê de bi dirûşmeya “Ji xwezayê reng, ji dîrokê deng, ji jiyanê heqîqet” pêkhat de, ji her çar aliyên Kurdistanê sînemager hatin cem hev û hefteyek têr û tije bi sînemayê derbas kirin. Şer her çiqas dijwar be jî pêwîst e ev qadan ên hunerê werin parastin û mirov nehêle riyên hunerê werin xitimandin. Ji lewre çand û huner bingeha heqîqetê ne. Ji bo em heqîqeta xwe winda nekin divê em mihrîcanên xwe û qadên xwe yên hunerê vala nehêlin.