Li herêma Firatê û li herêma Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê Mihrîcanên zarokan bi rê ve diçin.
Çalakiyên roja yekemîn a Mihrîcana Zarokan a herêma Firatê bi dawî bû. Ji aliyê koma mûzîkê ya navenda Çand û Huner a Baqî Xido ve stranên filklorî û şoreşgerî hatin pêşkêşkirin.
Çalakiyên Duyemîn Mihrîcana Zarokan li ser asta herêma Firatê doh bi beşdariya bi sedan zarokên herêmê dest pê kir.
Bi dehan komên hunerî yên Çerkes, Tirkmen, Kurd, Ereb û Ermen ên ji Eyn Îsa, Girê Spî, Sirîn û Kobanê û Minbicê bi berhemên xwe yên weke stran, şano, govend, helbest û lîstik beşdarî mihrîcanê bûn.
Mihrîcan li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê organîzekirin.
Di çalakiyên roja yekem de Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Hevserokên Meclisa TEV-DEM‘ê ya Kantona Efrînê Ehmed Şêxo û Eyşe Efendî û hejmarek nûnerên sazî û desteyên kantonê amade bûn.
Axaftina destpêkê ya Mihrîcanê ji aliyê Enwer Muslim ve hate kirin. Muslim mihrîcan wekî amûra avakirina nifşekî xwedî li çanda xwe derdikeve, bi nav kir.
Yek ji komên mûzîkê ya navenda Baqî Xido stranên şoreşgerî û gelêrî pêşkêş kirin. Mihrîcanan du rojan dewam kirî doh bi dawî bû.
Zarokan aştî ji bîr nekir
Çalakiyên 4‘emîn Mihrîcana Zarokan a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin” bi beşdarbûna 50 komên hunerî li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a bajaroka Rimêlanê dest pê kir.Çalakiya roja yekemîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêvebera Tevera Çand û Huner, Rûken Mihemed axivî û Roja Aştiyê ya Cihanê pîroz kir.
Rûken ji bo tercîha navê mihrîcanê got, ji ber ku xwedîkertina li zarokên Efrînê erka sereke ya tevgerê ye, wan ev nav tercîh kiriye. Rûken Mihemed, her wiha destnîşan kir ku komên beşdarî mihrîcanê bûne, ji hemû pêkhateyên herêmê ne.
Rêvebera Kongreya Star Eyhan El-Hadî jî ji aliyê xwe de, anî ziman ku, kêfxweşiya zarokan di heman demê de kêfxweşiya wan e û wiha peyivî: “Fikrê Rêber Abdullah Ocalan di ruhê zarokan de geş dibe, zarok hêvî û paşeroja me ne.”
Piştî axaftinan, Koma Deha şanoya xwe ya “Esala”, Koma Berfa Çiya ya ser bi navenda Aram Tîgran stranên şoreşgerî û gelêrî û Koma Kevana Zêrîn şanoya “Zeriya Baxçe” pêşkêş kirin.
Çalakiyên roja yekem a mihrîcanê bi meşeke ji bo 1‘ê Îlonê ji bajarokê Rimêlan ber bi bajarê Girkê Legê bi dawî bû.
Mîhrecana 6 rojan, wê ha 3 rojên din dewam bike.
KOBANÊ/QAMIŞLO