Kovara W'ê di vê hejmara xwe de cih daye dosyaya 'Berken Bereh' Amadekarê dosyayê Elîxan Loran di nivîsa danasîna dosyayê de wiha dibêje: "Berken Bereh. Helbestkarê ku ji nifşê Tîrêj û Rewşenê yê ku ev serê 35 salên qut î gilover in hewl dide ku bi dewla helbestê, avê bera ser zeviyên qemirî yên her çil û çar parçeyên Kurdistanê, darên sêr ên hêlîna şalûl û bilbilan, gulên di movikê de şikestî yên hezkiriyên qurmiçandî , takrihanên qewmên qelihandî, xeydokên nifşên winda, sosin û indekoyên li ber serê şervan û berxwdêrab bide." Di dumahîka nivîsê de Loran ev tişt dibêje: "Berken Bereh yek ji wan qasid û govan û bermahiyan e kul i jêr bayê asîmanê Kurdî yê bê stûn bi peyv û gotina xwe mizgîna dûmahîkan da."
Di dosyaya ku bi nivîs û nêrînên balkêş bi awayekî berfireh li ser helbestkarê Kurd Berken Bereh tê rawestîn. Helbestkar Rojan Barnas bi nivîsa xwe ya 'Hevrê Berken Bereh', Adar Jiyan bi "Êş'a şagirtê(n) evînê' ango Berken Bereh', Evîn Şikakî bi 'Di helbesta Berken Berehî de netewe', Mem Bawer bi 'Di kovara 'TÎRÊJ' de helbesta Berken Bereh', Yeqîn H. bi 'Kelama sibehê', Çiya Mazî bi 'Ji bo Berken Berehî', Yildiz Çakar bi 'Dilê şaîrê min êş û evîn e!', Umît Esen bi 'Êdî tu Berken Bereh î', Ceng Hêvîdar bi 'Helbest çekeke vejînê ye li ser milê Berken Bereh', Welat Dilken bi 'Hostayê min Berken Bereh', Selîm Gulfiraz bi 'Dilînên reşeyekî stûxwar', Ferzan Şêr bi 'Di bêdengiya 'Pandomîm'ekê de qêrîna şêwazê', Îmad Bernas bi 'Di helbesta Kurdî-Kurmancî de haîku: B.Bereh", Îlyas Suvagcî bi 'Di helbesta Berken Bereh de hêma', Îslam Gelîş bi 'Di helbesta Berken Bereh de jin' û Selamî Esen jî bi nivîsa xwe ya bi navê 'Mam Berken' dosyayê dewlemendtir kirine. Di dosyayê de ligel van nivîsan hevpeyvîna ku nivîskar Dilawer Zeraq bi helbestkar Berken Bereh re kiriye jî cih digire.
AMED