Berî her tiştî, ka em bipirsin gelo "kelijandin" çi ye?

Wek bersiv em dikarin bibêjin ku peyva "kelijandin“ê têgihîştineka gramerê ye. Mebest jê ew e ku gava du tîpên dengdêr di peyvekê da tên pey hev, hîngê li gor qeyda gelemper ya zimanê me tîpeka kelijandinê dikeve navbera wan herdu dengdêran, daku peyv bi hêsanî bê bilêvkirin. 

Ka em peyvên "siwar" û "peya" wek nimûne bigirin ber xwe. Gava em dibêjin "siwarê hespê boz", em siwarekî ji nav hemû siwarên din vediqetînîn. Ew jî ew kese, yê ku li hespê boz siwar bûye. Bi vî awayî, em bi veqetandeka "ê", ya ji bo veqetandina nevdêrê nêr, yê binavkirî û yekejimar, em navdêr ji yên din cuda dikin. Ji ber ku peyva "peya" jî navdêrekî nêr, yekejimar û binavkirî ye, divêt ew jî bi veqetandeka "ê" ji nav peyayên din bê cudakirin. Lê belê, em dibêjin "peyayê hêja" û em vê carê, bi vî awayî, navdêrê nêr, binavkirî û yekejimar ji nav yên din vediqetînin. Em dibînin ku peyva "peya" jî, wek ya siwar, veqetandeka "ê" standiye. Lê belê, ji ber ku tîpa dawiyê ji peyva "peya" ew jî wek veqetandeka "ê" tîpeka dengêre, hîngê tîpa "y" ketiyê navbera herdu tîpên dengdêr û ew ji hev cuda kirine. Em ji vê diyardeyê ra "kelijandin" dibêjin. Yanê qeyda gelemper di zimanê me da ewe ku gava du tîpên dengdêr di peyvekê da bidin pey hev, hîngê tîpeka kelijandinê dikeve navbera wan. 

Wek tê zanîn, heşt tîpên dengdêr di zimanê me da hene, ew jî evin: a, e, ê, i, î, o, u, û

Ji van heşt dengdêran, dengdêrên (e, i, u) yên kurtin û yên mayîn jî dengdêrên dirêjin. Ji bo kelijandinê jî sê tîpên me hene ku ew jî mîna nîvdengdêran têne dîtin. Ew jî evin: y, w, h

Bi dîtina me, pêwendiya dengdêran û ya nîvdengdêran (tîpên kelijandinê) bi vî awayê jêrîne:



Qeyda gelemper ewe ku gava du tîpên dengdêr bidin pey hev, hîngê tîpa "y" dikeve navbera herdu tîpên dengdêr û wisa bilêvkirina peyvê nerm dike. Lê di hin peyvan da tîpa "w" û di hin peyvên din da jî tîpa "h" dikarin bi vê rolê rabin. 

Piştî ku me kelijandin jî da naskirin, emê niha li hinek babetên li dor vê mijarê bikolin.

A) Kengê kelijandin merce, kengê û bi kîjan nîvdengdêrê pêk tê? 

Hin zimanzanên me ji wê baweriyê ne ku em di zimanê nivîskî da tenê tîpa "y" ji bo kelijandinê bi kar bînin. Bê guman ev dîtina han ji bo hêsankirina gramerê di cih da ye. Lê belê, divêt em li vir jî - wek pirsgirêka tîpa dubare - pêvajoyê dîrokî yê pêşveçûna zimanê devkî binasin û li ber çav bigirin. Daku em vê mijarê baş ronahî bikin, ka dîsa em hin nimûneyan bînin. Em bala xwe bidin van bêjeyên li xwarê:

bêje - nimûne - awa - şêwe - bade - male - tilî - kanî - kebanî  û hwd.

(ji bo ku gotar dirêj nebe, emê tenê peyvên "bêje" û "kanî" bidin ber xwe)

A1) Kelijandin di veqetandinê da.

a) Veqetandin - binavkirî: bêjeya biyanî, bêjeyên biyanî -  kaniya gund, kaniyên gund, ..... 

a1) Veqetandin - nebinavkirî : bêjeyeke biyanî, bêjeyine biyanî, kaniyeke gund, kaniyine gund, ....

A2) Kelijandin di tewangê da.

b) Tewang - binavkirî: koka bêjeyê, koka bêjeyan - ava kaniyê, ava kaniyan, ...

b1) Tewang - nebinavkirî: koka bêjeyekê, koka bêjeyina - ava kaniyekê, ava kaniyina, ...

Em dibînin, ku qeyda me ya gelemper - yanê bikaranîna tîpa "y" ji bo kelijandinê - xwe di piraniya nimûne û babetan da radigire û diçespîne.

Piştî ku me rola sereke ya nîvdengdêra "y" ji bo kelijandinê da xuyakirin, ka em niha li van nimûneyên jêrîn jî temaşe bikin:

I. rû - co - xwesû - aro - bano - Xwedê û hwd.

Gelo "rûyê min" yan "rûwê min" yan jî "riwê min" raste?

Gelo  "xwesûya wî" yan "xwesûwa wî" yan jî "xwesiwa wî" raste?

Gelo "banoya çeleng" yan "banowa çeleng" raste?

Gelo di gazîkirinê da "Xwedêyo!" yan "Xwedêwo!" raste?

Gengeşîya me dê berdewam be.....