Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. Di nava vê mehê de yek jê lîstika zarokan dê 5 lîstîk bên nîşandan û pêşangeheke wêneyan jî hebe. Her 5 lîstîk jî wê li Hola Şanoya Navenda Kar a Galeria bên pêşandan. Di heman demê Nîgarkêş Omer Ekîn dê pêşengeha takekesî ya binavê “Xeyalên Zeman” li salona pêşengehê ya şanoyê veke. Mîna her mehê, komên şanoyan ên ji derveyî bajêr jî tên, wê lîstikên xwe nîşan bidin.
Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê
2-3 Mijdar
Saet 19.00´an, ´Kirêciyê Nû´ ya Teatra Yekta Hêvî
9 Mijdar
Saet 18.00´an, Xeyalên Zeman, pêşangeha Omer Eken dest pê dike
9-10 Mijdar
Saet 19.00´an, ´Tartuffe´ ya Şanoya Bajêr a Amedê
18 Mijdar
Saet 12.00´an, ´Masirêşka Biçûk´ a Şanoya Bajêr a Amedê
23-24 Mijdar
Saet 19.00´an, ´Kozîk´ a Tiyatro Mencel
28-29 Mijdar
Saet 19.00´an, ´Kirêciyê Nû´ ya Teatra Yekta Hêvî
30 Mijdar – 1 Kanûn
Saet 19.00´an, ´Tartuffe´ ya Şanayoa Bajêr a Amedê