Komên bakteriyan ên di binê behrê de li Pasîfîka Başûr hatin dîtin, ji nifşên kevin ên bakteriyan in. Ev bakteriyên aerobîk (kesk) dewisandî ne di nava tunelên di zemînê behra pasîfîkî de û di nava mîneralan de hene. Ew ji nava zinaran hatin derxistin ku qederê 122 metroyan di binê erda behrê de bûn. Ev wilo dewisandî hatine dîtin, di nava 0.6 înçên kubî de 10 milyar organîzmayên yek şaneyî hatine dîtin. Ew zinar bi xwe, beriya bi 100 milyon salî çêbûye. Yanî lêkolîner ecêbmayî man, lewma ev bakteriyê hanê xwe bi madeyên organîk xwedî dikin di nava bi milyonan salan de û bi pêlên hîdrotermîk çûne wê derê; berevajî, wan bi xwe ew zinar kolonîze kiriye. Lêkolînerê sereke yê vê lêkolînê Yohey Suzuki ye ji Zanîngeha Tokyoyê. Piştî ku lêkolîneran li DNA´ya van mikroban nihêrî, derket holê ku ne yek şiklê bakteriyan lê gelek şiklên wan hebûne. Li gorî Suzukî heger di şert û mercên wisa zehmet de bakterî hebin, ew dikarin li deverên weke marsê jî nemirin. Axir a xêrê, dîsa jî van gotinan em tirsandin; gelo mirov wê marsê bi mikroban kolonîze bikin! NAVENDA NÛÇEYAN