Di çarçoveya biryara ku rêveberiya Ermenîstanê di sala par de ji bo taybetîkirina axê girt de, ax, çêrgeh û zozanên Kurdên êzidî yên li Ermenîstanê anîn ber firotinê. Gava ev ax tê firotin, ji Kurdan dixwazin ku ji vê derê derbikevin û ev yek jî dibe sedema pevçûnan. Li gorî agahiyan heta niha herî kêm 25 malbata ji cih û warê wan hatine kirin.
Komîsyona li Dijî Nijadperestî û Nexweşbîniyê ya Ewropayê (ECRI) raporek di meha îlona 2003 û rapora din jî di berfanbara 2011 de amade kir. Rapor piştî lêkolînên ECRI yên li Ermenîstanê hate amadekirin. Di raporê de hewldanên polîs û leşkerên Ermenî yên li hemberî Kurdan dikin û her wiha rêveberiyên herêmî jî cûdakariyê dikin.
Di raporê de tê diyarkirin ku gelek pirsgirêkên berê yên herêmê yên weke pirsgirêka zozan û save yên Kurdên ezidî yên li Ermenîstanê nehatine çareserkirin.

Ermenîstanê peyman îmze kir lê...
Ermenîstanê piştî rapora ECRI ya sala 2003, 12. Maddeya Peymana Mafê Mirovan (PMME) îmze kir û piştî wê di makezagonê de ji bo tekoşîna li dijî kîn, cûdakarî û nijadperestiyê, guhertin pêk anî. Di encama guhertinan de Ofîsa Olî û Neteweyî hatibû damezrandin. Lê dîsa jî pirsgirêkên cûdakariya li hemberî ol û neteweyan nehatiye çareserkirn.

Sûçbariya 'Kurd îstîsmar dikin'

Serokê Kêmar û Olî Granosh Haratyan bi awayeke giştî raporê erênî nirxand, lê ji ber beşa pirsgirêka zozan û axa Kurdên êzidî nerîna xwe anî ziman. Haratyan angaşt ku Kurd mijarê îstîsmar dikin.Serokê Komîsyona Mafê Mirovan Avetik Îshxanyan jî diyar kir ku ji ber vê sedemê di navbera Kurdên êzidî û ermeniyên ku sewawan xwedî dikin, de rageşî çêdibin.
Alîkarê Serokkomar ê bi Kêmaran (hindikayî) re mijûl dibe Razmîn Davoyan jî piştgirî da firotina axê û got; “Ev ax di dîrokê de ne yên Kurdên êzidî bûn. Ji ber wê jî têne firotin.”

Kurd: Beyî me difiroşin
Keyayê gundê Zavonîk Serşîf Avestiyan jî diyar kir ku bê ku tu agahî bidin wana, axa wana difiroşin û got; “Di rojnameya fermî de weşandine, lê belê mirovên li van çolan rojnameya fermî naxwînin.”
Mecîd Amoyan ê ji heman gundî jî, diyar kir ku ji ber axa wan hatiye firotin, ji ber wê jî wana 90 pezên ku hebûn firotiye û got; “Ez nizanim ez ê ji niha û pêve çi bikim.”
Li aliyê din jî, gundiyan dan diyarkirin ku xizmên karsaza Ermenî Yûda Organîsyan gotin; “Ermenîstan a Ermeniyan e. Ji vir biçin. axa li aliyê din ê Agiriyê ye. Biçin wir.”

Polîtîkaya bişaftin û guhertina ol 

Ev demek dirêj e ku dewleta Ermenîstanê zextê li Kurdên Êzidî dike û dixwaze wana asîmle bike. Piştî salên 1990’ê Ermenîstanê Kurdên êzidî, weke ne Kurd in, ji geleke cûda nîşan da. Kurdên êzidî ji Kurdên sunî cûda kirin û ev yek jî bû sedema pirsgirêkan. Ji ber wê jî, hin Kurdên êzidî xwe weke Kurd nabînin.
Dîsa ji ber hewldanên mîsyonerî yên di nava Kurdan de, bi hezaran Kurdên êzidî, ola xwe guhertin û bûn Xristiyan. Mîkan, gundê herî mezin ê Kurdan ê li Ermenîstanê Catqiran hema bêje hemû Kurdan ola xwe guhert. Rewşembîrên Kurdên li Ermenîstanê jî dan diyarkirin ku hikûmeta Ermenî alîkariyê tenê dide Kurdên ku ola xwe diguherînin.

AYGUL YILDIZ - ANF/ÊRÎVAN