Êzdiyan ji ber neçarî erd û malên xwe ji neçariyê bi emanet dan eşîrekî nêzî AKPê.  Lê belê ev eşîr careke din zevî û malên Êzdiyan li wan venedaran û dest danîn ser. Êzdiyan jî li 2’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê ya Êlihê doz vekiribûn. Piştî 5 daneşînan heyeta dadgehê, biryar dabû ku erdên tapûkirî yên êzîdiyan li wan vegerînin..

Welatiyê gundê Kelhokê yê Êzîdî Nedîm Erkîş, li hember bê destûr cotkirina erdên Êzdiyan nerazîbûn nîşanda û diyar kir ku li gel ku di doza erdên xwe de bi serketine jî hêj erdên wan tên nadin wan. Erkîş, got: “Dixwazin li wê heremê herksî bitirsînin. Balkêşe ku li gel me daxwazname daye jî erdên me tên cotkirin. Dizanin û ditirsin ku em werin Qubînê emê dengên xwe bidin BDP. Ji ber vê yekê ji gundê me dernakevin. Em viya qebul nakin û emê bibin şopdarê gundê xwe.”

BATMAN