Li derveyî Tirkiyeyê rêjeya beşdariya hilbijartinên 24´ê Hezîranê ku dengdana wan 19´ê Hezîranê li derveytî Tirkiyeyê bi dawî bû, eşkere bû. Li gorî encamên ne fermî, beşdariya hilbijartinan weke ji sedî 48 pêk hat.
Dengdayîna ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê ya li 60 welatan, pêr bi dawî bû. Li gorî hilbijartina 1’ê Mijdarê û referandûma 16’ê Nîsanê rêjeya beşdariyê zêdetir bû û bû 48 ji sedî.
Ji bo hilbijartina di 24’ê Hezîranê de, li derveyî Tirkiyeyê li 60 welatan 559 sindoq hatin danîn. Li Elmanya, Fransa û Awusturyayê dengdayînê 13 rojan dewam kir.
Tê payîn ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind a dewleta Tirk agahiyên fermî yên beşdariyê biweşîne. Lê li gorî agahiyên ne fermî, rêjeya beşdariya hilbijartinê 48.78 ji sedî ye. Li gorî vê yekê milyonek û 486 hezar û 408 kesan dengê xwe da.
Di referandûma 16’ê Nîsana 2017’an de û di hilbijartinên giştî yên 1’ê Mijdara 2015’an de elaqeya ji bo hilbijartinê ji vê rêjeyê kîmtir bû. Ev hejmar diyar dike ku beşdariya li hilbijartinên 24’ê Hezîranê wê li Tirkiyeyê jî zêdetir be. Di hilbijartina 1’ê Mijdarê de ji nav 2 milyon û 899 hezar û 69 hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê, milyonek û 300 hezarî dengê xwe dabûn û rêjeya beşdariyê jî bûbû 40 ji sedî.
Li gumrikan dengdayîn heta 24´ê Hezîranê ye
Li deriyên gumrikê jî dengdayîn wê heta 24’ê Hezîranê saet 17.00’an dewam bike. Heta niha 128 hezar û 732 kesan li deriyên gumrukê dengê xwe daye.
Desthilatdariya AKP’ê, Elmanya di serî de li gelek cihan fen û fût kirin. Ji xeynî konsolosxane û nûnertiyan, gelek camiyên girêdayî diyanetê jî, ji bo Erdogan û AKP’ê hatin seferberkirin. AKP’ê li pêşiya gelek navendên hilbijartinê li ser navê diyariyan jî bi awayekî eşkere xwe li kirîna dengan qewimand.
NAVENDA NÛÇEYAN