Endamên Komeleya Karsaz û Sanayî yên Rihayê (ŞUSÎAD) bi namzedên hevşaredarê yên Rihê yê re hatin gel hev. Namzedên hevşaredariyê yên Rihayê yên BDP'ê Osman Baydemîr û Leyla Akça, Parlamenterê BDP'a Rihayê Îbrahîm Bînîcî, parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana, namzedê partiya Saadetê yê şaredariyê Ahmet Bahçivan, namzedê şaredarê CHP'ê Hale Soran ku beşdarbûn ji MHP û AKP'ê tu kes başdar nebû. Di civînê de axaftina destpêkê ji aliyê Serokê ŞUSÎAD'ê Fethî Baytekîn ve hat kirin û spasiya beşdarvana kir û partiyên ku hatibûn dawetkirin û beşdar nebibûn jî rexnekir.


'Divê em bixebitin´

Serokê Lêjneya Rêveber a Federasyona Komeleyên Karsaz û Baziganên Başûrê Rojihat (DOGUNSÎFED) ku ŞUSÎAD jî girêdayî wê ye Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu jî diyar kir ku pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin pir girînge ji bo wê jî divê herkes tişta ku dikeve ser milî pêk bîne û destnîşan kir ku ancax wê bivî awayî pêvajoyek bigehîje aştiyek mayînde.

Rola Ocalan zêdeye

Herî dawî Namzedê BDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin yê Rihayê Osman Baydemîr axivî û di destpêkê de serkeftin ji namzedan re xwest û dest bi axaftinê kir. Baydemîr bal kişand şîdeta li ser jinan û wiha got: "Şîdeta li hemberî jinê fîşîzme, alçaxtiye. Em ne ji hêzê, em ji herkesê re demokrasî û wekheviyê bawer dikin. Têkoşîna BDP'ê ya Îbrahîme. Tevgera berxwedêr ya li hemberî Nemrudane. Baydemîr wiha axivî: "Ji bo ku ev saleke xwîn nayê rijandin bi saya birêz Ocalan e, ez sipasiya wî dikim." Baydemîr diyar kir ku divê ku dozên xwînê di dîrokê de bên hiştin. Divê ku hemû partî 'Saziya Bilind ya Îstişarê' ava bikin ji bo girîngiya aştiyê.

´Êdî Rihayî naxapin´

Baydemîr diyar kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan hat Rihayê mizgîniya çêkirina pira Bogaza sêyemîn û balafirgehê da gel û ev tişt anî ziman: "Suphan Allah! Hemû Rihayiyan bêhna xwe girtibû benda vê mizgîniyê bûn. Ger ku mizgînî jî nebûya dê çawa gelê Rihayê ser bogazê re derbas bibûna? Ev 12 sale Serokwezîr Erdogan hatiye desthilatdariyê û ev 10 salin şaredariya Rihayê birêve dibin berpirsê hemû pirsgirêkan jî ew bixwe ne."

DÎHA/RIHA