Yek ji şahida Newroza Nisêbînê ya 1992’an Latîfe Aksoy got: “Wê rojê tenê dengek hat me, ew jî dengê hestiyên şikestî û guleyan bû. Mirov ji bo xwe xilas bikin, xwe diavêtin avê. Wê rojê komkujiyeke mezin pêk hat.
Di 1992’an de wek her bajarî Nisêbînî jî ji bo pîrozbahiya Newrozê daketibûn kolanan. Di serî de jin, ji 7’an heta 70’ê bi hezaran welatî tevlî Newrozê bûbûn. Heman rojê li Cizîrê di pîrozbahiyan de li hember gel hewldana komkujiyê pêk hat û bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî dîmen derketin holê, xelkê Nisêbînê roja din daket qadan. Xelk li ser pira Çag Çag hat cem hev, dora wan bi panzêran hatibû dorpêçkirin. Anonsên ‘belav bin an jî em ê we bipelçiqînin’ hatin kirin. Li dijî anonsan gel çalakiya rûniştinê pêk anîn û bi panzeran bi ser gel de çûn, gule reşandin. Piranî welatiyan xwe ji pirê avêtin, piranî di bin panzêran de man û hinek jî bûn hedefa guleyan. Şahidên wê demê diyar kirin ku wê rojê 16 kes hatine qetikirin.
Şahida wê demê Latîfe Aksoy qala berxwedana gel û komkujiyê kir: “Çemê bin pirê bi xwînê gevizîbû. Tenê dengê çekan dihat. Gule li kesên li ser pirê bûn reşandin. Piştre bi panzeran kes pelçiqandin. Cenazeyên mirovan ji avê dihatin derxistin…Ez wan rojan ji bîr nakim. Kengê Newroz bê ew roj tê hişê min.”
MA/MÊRDÎN