Dayika Hevseroka KCD’ê Leyla Guven beriya bi çend rojan rehmet kir. Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, ev 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo dayika xwe nameyek nivîsand.

Nameya Guven wisa ye:

“Di demên dijwar de min nekarî li ba te bim. Min nekarî destê te bigirim û li ber serê te rûnim. Veqetînên wisa gelekî dijwar in. Min nekarî peywira xwe ya dawîn bi cih bînim. Dema ku ez di hepsa Amedê de bûm, bavê min rehmet kiribû. Di demên dawîn de min nekarî ez li ba wî bim. Dayê, te ez her dem ji zarokên xwe yên din cihê digirt, belkî ji ber ku ez zaroka dawîn bûm yan jî min wekî te neheqî qebûl nedikir. Te di wan deman de gelek tabûyên li ser jinan parçe kiribûn. Her kesî qala vî karakterê te dikir. Herkesî qala henûnbûna te dikir. Di sekna te de esalet û zanyarî hebû. Heke ji min re bibêjin hêvî, ked, fedakarî çi ye, ez ê bibêjim ‘dayîka min e’.

Li dijî neheqiyê li ber xwe didim

Ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan û ji bo ku aştî û azadî were vê axê, ez di greva birçîbûnê de me. Heke dem û derfeta min hebûya, ez baş dizanim ku te yê heq bida min. Dayê, tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye, şer sûcekî mirovayetiyê ye. Li hemberî van tiştan ez li ber xwe didim. Te berxwedana li hemberî neheqiyê nîşanî min da, ne cesaret hînî min kir. Tiştên ku te hînî min kiriye, gelekî bi qîmet e. Te wekî hemû dayîkên Kurdistanê êş kişand lê te rojekê jî negot ‘of’.

Dayê, ji bo ku ez layiqî te û hemû dayikan bibim, ez ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila cihê te bihuşt be dayê.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN