Gundê Dirîşkê ku bi salan e bê rê û av e, piştî Qereqola cendirmeyan hate avakirin berî her tiştî av û rê birin qereqolê. Welatiyên ku bi salan bê av û rê li gund diman, qet nebe jî bi aramî û azad li nava zeviyên xwe digeriyan. Lê piştî ku qereqol hate avakirin êdî welatî neçarin ku destûrê ji Fermandariya Cendirmeyan bixwazin û derkevin nava zeviyên xwe. Şebekeya avê û rêya ku ji bo gund projeya wê hatibû çêkirin ji qereqolê re hate sazkirin û welatî dîsa bê av û rê man.
Bi hatina qereqolê welatiyên gund hem ji maê xwe yê av û rê bêpar man û hem jî di nava gundê xwe de hatin hepskirin. Welatiyan bertek nînaşî vê yekê da û xwest rayedarên dewletê vê pirsgirêkê çareser bikin.
Welatiyê bi navê Îhsan Akaya, anî ziman ku ji ber aşûtê rêya gund li wan tê girtin û têkiliya wan qut dibe. Akaya da zanîn ku heta niha zêdeyî 20 zarok di bin aşûtê de man û jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyê bi navê Nacî Teker jî ani ziman ku heta niha pirsgirêka wan a rê, av û ceyranê hebû, niha jî pirsgirêka wan a qereqol û leşkeran heye û wiha got: "Ava ku ji gund re bihata birin qereqolê. Em dixwazin pirsgirêka me ya av, rê û ceyranê çareser bibe û astengiyên leşkeriyê yên li pêş me rabin.
Welatiyê bi navê Hemit Teker jî da zanîn ku zivistanî di gund û malên xwe de tên hepskirin û wiha bertekên xwe anin ziman: "Serokwezir Recep Tayyip Erdogan propaganda dike û dibêje 'Gundên bê av, ceyran û rê êdî namînin' Lê em hêj bê av û ceyran dijîn.
Welatiya bi navê Fatma Tosun, jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Ez pişti zewicîm hatim vî gundî. Li vî gundî pirsgrêk gelek in. Ji ber ku zivistanî rêyên gund girtî bun min zaroka xwe ya ewil winda kir. Ez hefteyeki neçûn nexweşxaneyê. Heta niha 4 kes ji vî gundî di bin aşûtê de man û jiyana xwe ji dest dan."
Figen Akkaya jî anî ziman ku tu xizmet li gund tune û dema mirovên wan jiyana xwe ji dest didin jî agahiya wan bi hev çênabe. Heta niha 5-6 jin bi zarokan mirin. Ji ber ku rê girtî bûn ji ber ducaniya xwe bi zaran mirin. Niha jî dema ku em dixwazin biçin nava zeviyên xwe û pinçar kom bikin leşker destûrê nade me. Em di gundê xwe de hatine hepiskirin.
ERDEM MUHIRCÎ / DÎHA/WAN