Endama Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê, Fadîle Tok ev 41 roj in di greva birçîbûnê de ye li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Tok got, “Em hêza xwe ji berxwedêrên zindanan, ji Leyla û Nasir digirin. Çalakiya me bi hêz û biryardariya roja destpêkê didome.”

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di roja 70’î de ye û bi koma 25’an dewam dike.

Greva endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê, Fadîle Tok jî ku 20’ê Çile dest pê kir, di roja 41’ê de ye. Fadiîle Tokê Ocalan, Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê hemû silav kirin û bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê. Tok diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên li Strasbourg û yên li zindanan roj bi roj giran dibe.

Bibin dengê çalakgeran

Tok got, “Ji ber ku berxwedana me berxwedana gelan û ya sedsalê ye. Me bi ruhê 14’ê Tîrmehê, bi berxwedana Xeyrî, Kemal, Elî û Mezlûman dest bi çalakiyê kir. Em hêza xwe ji berxwedêrên li zindanan, ji Leyla û Nasir digirin. Ji ber vê yekê, moral û coşa me her tim baş e. Çalakiya me bi biryardarî û hêza roja destpêkê didome. Ji ber ku çalakiya me gelekî hêja û bi rûmet e, ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêk dernakeve. Tenduristî wê ti carî li pêşiya têkoşîna me nebe asteng.”

Fadîle Tokê di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê.

 

ANF / MEXMÛR