Sedem ew e ku, siyaset edaletê bela nake bikar tîne. Bi vê pêwanê min gotina Seîdê Kurdî, ji bo sernivîsa xwe bikar anî. Dibêje;“minafiq ji kafiran “eşeddir”- zalimtir in.”
Kurd di her demê de bi minafiqan re rû bi rû mane.
Seîdê Kurdî di cihekî din de dibêje, “di nava dostên min de gelek minafiq hene.” Mixabin di nava Kurdan de jî gelek minafiq hene. Ev minafiqên Kurd, ji dijmin eşeddir-zalimtir in.
Pratîka dewleta AKP'ê ku li Kurdistanê bêperwa dimeşîne, ji sedî şêst berhemê minafiqên Kurd e. Di nava kiryarên AKP'ê yên faşîzan de, Kurd rola perdeya exlak, xirandin û xapandinê girtine ser xwe. Di îdeolojiya faşîzmê de; “hişmendiya xwe bi xwe”, yanî destnîşan kirina nifşê xwe, wek mertalê parastina bingehîn e. Gotina “ez jî Kurd im” û parastina kiryarên AKP'ê, felsefeya dewşirmetiyê ye. Yanî bi mikur hatina nifş û nasnameya xwe, gel dixapînin. Lewma, dewşirme, hişmendiya xwe bi xwe, rastiyê dikine haveynê înkarê. Ev, çirav û heriya hişk ya di devê çavkaniya edaleta siyasî de ye û li pêşiya herka dîrokê dibê asteng.
Di her dema ku AKP'ê demagojiyek siyasî avêtiye holê, Kurdên bi îcaze û bi “hişmendiya xwe bi xwe” di kanalên televizyonan de xuya dikin û parêzvaniya wê demagojiyê dikin. Di nava axaftinên xwe de jî, nasnameya xwe ya Kurdîtiyê eşkere dikin. Dixwazin bi vê kifşkirina nasnameya xwe, “muzawirî”ya xwe, bi nixumînin. Yanî veşêrin.
Ez hinekî wêdetir biçim: Desthilatdariya AKP'ê xwedî mîrateya Seîd Qutup û Erbakan e. Erdogan jî ev mîrateya bi ideolojiya yek xîşkê, (ji bilî xwe, red kirina tevahiya nirx û pîroziyan) esas girt. Lê piştî ku bû desthilatdar û bi Cemaeta Gulen re koalisyon sazkar kir, biyolojî kire nava dîrokê, diyalektîka civakan tarûmar kir û mirov ber bi heywanbûnê ajotin. Felsefeya “tebaa” zindî kirin. Îdeolojiya yek-yekan, encama vê siyasetê ye û bingeha ideolojiya faşîzmê ye.
Lê mirovahî li ser yek xîşkê pêşnakeve.
Lê ew nizanin ku mirov pêşî ziman e, cografya ye, nasname ye, îrade ye, îdeal e, hişmendî, hewngirî û têkoşîn e. Ew nizanin ku gelên li Tirkiyê teva ne yekpareya organîk e. Îdeolojiya Erdogan ku her dem dibêje, “me çi got, me got yek ziman, me çi got, me got yek al, me çi got, me got yek millet”, dengê “faşîzma saf û rast a teqeze” ye.
Bêguman ev gotin, tirsa ji Şoreşa Kurdî ye.
Her çiqasî di van gotinan de koletiya erd û axê, koletiya di kampên kevir-şikandinê, palûte nînin; lê afîrgeriya çeteyan heye, afirgeriya dewşirmeyan, ya minafiqan heye, afirgeriya “eşeddir”-zaliman heye, ya inkarê, tunekirin û “dîwarên şermê” heye.
Ew kesên ku berdevkî û parêzvaniya siyaseta Erdogan dikin, derbarê “dîwarên şermê” de qet dengê xwe nakin. Derbarê çeteyên ku bi navê ola îslamê, fetwayên “mehra çaroxî” didin û zinêkariyê, qewadiyê dikin na axivin. Îcazeya wan nîne... Ew zewat tenê dikarin, di kar û pîşeyê restorasyona faşîzma 12ê Êlûnê de, di veşartina terora dewletê de, di komkujiyên bi çekên kimyewî de, di parastina pakêta xapandin û mijul kirinê de biaxivin.
Lê ew nizanin ku li Kurdistanê Şoreşek çêdibe.
Ew zewat, çiqasî perdeya li ber meşa Erdogan ya ber bi monarşiya parlamenteriyê bin jî, nikarin rê li ber herka dîrokê bigirin..
Ew jî, Erdogan jî, Fetullah Gulen jî nizanin ku, çavkaniya şoreşa li Kurdistanê, dilopên xwîna Promethaus in, çirîskên agirê Kawa ne û digihe Îsa, digihe Şoreşa Fransa û di pratîka Rojava de mêweyan dide.
Erdogan, Kurdistan kiriye arêna şer. Drama di navbera mirin û jiyanê de kiriye pratîkê. Ji aliyekî ve dîwarên şermê ava dike, ji aliyekî ve çeteyên paramilîter dişîne Rojavayê Kurdistanê.
Ev îdeolojiya ku bi formulên faşîzan tê xwedî kirin e. Gelo wê çiqasî dikaribe rola xwe di xapandina komên xelkê de bilîze? Wê çiqasî dikaribe teknîka propagendê bikarbîne? Wê çiqasî dikaribe çerxa dewleta ku îdeolojiya faşîst, bi mîzêna meddî dipîve li ser lingan bigire?.
Erdogan jî, bi berçavikên hêstiran li cîhanê dinêre û ji bilî dengê xwe, ji bilî dengê zirtek û qeşmerên li dora xwe dengê kesekî din nake. Qet nabîne ku kesên li dora wî, li dora desthilatdarên berî wî bûn. Wan kesan desthilatdarên berî Erdogan teva veşartin û fatihe jî li ser wan nexwendin. Îro bê dunde ne!...
Lewma aqubeta wan li pêşiya Erdogan e. Ji ber ku minafiq ji kafiran “eşeddir”-zalimtir in.
Gotina ji bo Erdogan: Xwediyê miriyan kor e.
Gotina ji bo dewşirmeyan: Xayin dikarin bi xelatan werin payidarkirin; lê tucaran bi ciwanika jiyanê bextewar nabin.
Minafiq ji kafiran zalimtir in
Kurd, di mijara edaleta siyasî de bê şans in.