
Dibe ku ji bo gelek kesan çend kar bi hevrekirin zehmet were. Yan jî gelek kes ji bo ku di şaxek zanistê de pispor bibin, bi salan dixwînin. Lê her gêrîlayek di heman demê de dikare gelek karan bi hevre bike. Meyzekirina felsefîk, bîrdozî, hunerî û wêjeyî ji jiyanê re dibe sedem ku gêrîla tenê di qadekê de bi sînor nemîne û di gelek qadan de xweliqkar be. Ji xwe gêrîlatî jî bi xwe, hunereke yan jî gelek huneran di nav xwe de dihewîne.
Dixwazim behsa gêrîlayekê bikim ku hem gêrîlaye, hem rojnamevane û hem jî hunermende. Di sala 1982’an de li bajara Geverê hatiye dinê. Piştî komploya navnetwî di sala 1999’an de tevlî nav refên gêrîlla bûye. Piştî demekê ku di qadên şer de dimîne, li gel agirbest û paşvekişînê, ew jî di xebatên şanoya çiyan de cih digire. Si şehîdên şanoya çiya wek şehîd Yekta, Hêvî û Daxistan re li ser dikê gelek berhem pêşkêş kiriye. Ji bo wê jî dema behsa wan rojên şanogeriyê dike, mirov dixwest li wir ba. Mixabin ji ber şert û mercên dijwar ên çiya gelek ji dîmenên wan şanoyan wenda bûne. Tenê çend fotoyek ji wan deman mane. Rojbîn di hinek kurte filîmên ku li çiya hatine kişandin de jî li kêleka derhênerê şehîd Xelîl Dag jî cih digire. Rojbîn ji me re behsa wan deman jî dike ku çawa di şert û mercên zor ên çiya de neçar mane bi derfetên herî kêm kar bikin. Bi rojan di nav berfê de meşiyane ji bo ku xwe bigihênin cihek guncav ji bo kişandina dîmenan. Li cihekî pêwîste rolê gêrîlayek birîndar bilîze, ji bo zindîkirina vê sehnê hevalê Xelîl dibêje pêwîste em xwîna mirîşkê bînin û li çokê te bidin, her roj ji bo dubarekirina wê sehnê, Rojbîn neçare bêhna genî a xwîna mirîşkê tehemol bike!
Di atmosfera şer de şano
Wek mînak carekê ku li ser sehnê şanoya xwe ya ku bi mehan amadekariya wê kirine, pêşkêş bi sedan gêrîlayan dikin, balafirên şer tên û ew nikarin berhema ku ewçend di ber de ked dane pêşkêş bikin. Rojbîn wê bûyera komîk, tirajêdîk wuha rave dike ku cilên sehnê li xwe kiriye, qundirayek jî di lingan deye, dema balafirên şer tê, bi wan cilên xwe û qundiran neçar dimîne bireve. Herî dawî qundira xwe derdixe dide destê xwe û wusa ji wir dûr dikeve!
Yan jî dema sala 2003’an li Başûrê Kurdistanê, bi taybet li Bajarê Mûsilê derdikevin ser sehnê, çawa bi awirên bi dizîka ê kesên di salonê re rûbirû dimînin, wek ku hemû di ber xwe de bêjin; “Êdî ev kî ne, ji ku hatine?” gelek caran jî leyîstikên wan ji aliyê welatiyên Ereb yan jî Tirkemnan ve hatiye ecibandin. Heta hinek kesên ku agahiya wan jê nebûye ku ew hevalin, pêşniyariya kar ji wan re kirine. Bi taybet dema ekîpa wan ya şanoyê li Mûsilê leyîstokek li ser nakokiyên jin û mêr dilîzin, ji gelek kesan bi taybet jinan re pir balkêş tê û paşê sempatiya wan li hember tevgera azadiyê çêdibe.
Efrîneriya jiyana li çiyan
Gelek kes bi salan dixwinin û tecrubeyan qezenc dikin lê di nav tevgera azadiyê de tu jiyan dikî, pêk tînî û pratîk dikî ku hemû ji tere dibin tecrube. Ne tenê tecrubeyên te yên şexsî, her hevalek tecrubeyeke, derseke. Kes zanist û ezmûnê salan di xwe de nahêle, parve dike. Ji ber ku di feraseta xizmetkirina ji gelan re berjewendiyên ferdî û mulkiyet tineye. Ji bo wê jî ew Rojbîna ku çend salê xwe daye şanoyê û gelek ezmûn qezenc kir, êdî wan berheman ji hevalên li pey xwe re dihêle û li gor pêwîstiyên rêxistinê ber bi qadek din ve diçe. Vê carê Rojbîn diçe Rûsya, ji bo meşandina karên rêxistinî. Ne ziman dizane ne jî wir nas dike. tê zanîn Rûsya welatek di warê coxrafîk de gelekî firehe. Ji bo tu ji bajarekê biçî bajarek din divê bi seatan li tirênê siwar bibî. Rojbîn di nav wan bîranînên xwe de behsa wan deman dike ku nû çûye Rûsyayê. Di Tirênê de li gel kal û pîrekê di vagonekê de dimîne. Heftiyekê rê diçin, di navbera wan rojan de pîrê gelekî jê hez dike û fêrî gelek peyvên Rûsî dike. Pîrê jî ji xwe re şaş û matmayî lê temaşe dike!
Bextewariya ji bo rojnamgeriya çiyan
Niha Rojbîn dîsa li çiyayên azade û ji ber ku piştî ewqas sal li Rûsya dîsa vegeriyaye çiya gelekî kêfxweşe û dibêje; “bêhna min li vir derdikeve!”. Niha rojnamevantiya çiya dike. Dixwaze bi kamereya di destê xwe de gelek kêliyên ku ti caran zimanê mirov nazivire wan vebêje, bikşîne. Ji bo wê jî dikare demek dirêj di bin baranê de bisekine û bejna dar û çiyayên vî welatî di bin şilahiya baranê de bikşîne. Dixwaze her çîrok, serpêhatî, meş, ken, girî, tirs û wêrekiya mirovên van çiyan bike dîmen. Ji ber ku hestên Rojbîn hestê hemû evîndarê çiya, huner û şanoyê di xwe de hewandiye. Dema li pişt xwe dinêre, hestên bedew ên Yekta, Hêvî, Daxistan, Delîla, Xelîl û Saryayan hêj li ser sehnê zindî leyîstoka “Evîna Çiya” dilîze, hêj dengê strana “Zîlan”ê tê guhê wê û hêj kameraya Xelîl “Rêwîtiya ber bi Agirî” dikşîne û hêj helbestên Sarya Onûr bêriya ewçend bîranînan dike.
Di dawî de ji bîr nekim ku bêjim dengê çiyayî ê Rojbîn Kejê, hemû tabloya ku min li jor behsa wan kir, wek şerîta fîlmekê li ber çavên mirov re derbas dike. Û ez dibêjim xweziya biba mirov deng jî bikira nivîs, ji bo ku xwendevanên me jî ew deng bibihîstana. Lê dîsa jî ez bawer dikim ku di her nivîs û wêneyekê de dengek veşartiye ku ger mirov guhdar bike, mirovê wan dengan jî bibihîze. Ez van tiştan li kêleka dengê resen û şîva ê Rojbînê diponijim bêdeng û ew hêj gulfiroşê dibêje;
“Ez ji xew rabûm, min gulfiroşek dît… !”
GELEWÊJ EWRÎN