Şêniyên Qesrikê ku yek kji mînakên biratiyê yên Rojavayê Kuridastanê ye ji ANHA’yê li ser jiyana xwe ya hevbeş axivîn. Gundiyan destnîşan kirin ku ji destpêka avakirina gund de ve her dem bi biratî bi hevre jiyan kirine. Hac Hemzê Elelawî yê 60 salî û hevjîna wî Xalya Elelawî gotin ku di gundê Qesrikê de ji destpêka jiyana xwe ve li gel Sûriyaniyan bi biratî jiyan kirine. Têkildarî jiyana hevbeş Hecî Hemze da zanîn ku cîranekî wî yê Sûriyê di gund de ji birayê wî yê ji derve yê gund baştire û wiha got:‘‘Ji bo min biryên min ên Sûryanî di gund de ji bo min ji birayên min ên dê û bav ên li derveyî gund baştirin.’’
Hevjîna Hemza Xaliya Elawî diyar kir ku ew li gel Sûriyaniyan wek malbatekê jiyan dikin. Her wiha got ku ew beşdarî şîn û şahiyên dibin û hemû tiştên xwe bi wan re parve dikin û ev tişt anî ziman: ‘‘Tu carî Ol mirovan ji hev cuda nake, lê belê hezkirin û jiyana hevbeş zêde dike.’’
Welatiyê bi navê Mihmed El-Rimêdî yê ji ber rewşa şer û pevçûnên ji paytexta Sûriyê Şamê vegeriyaye gundê xwe Qesrikê hêviyên xwe anî ziman û daxwaz kir ku hemû bajarên Sûriyê bibim mîna herêmên Rojavayê Kurdistanê.
Welatiyê bi navê Şêx Şindî diyar kir û got ku ev 60 sal e, ew bi cîrantiya Suryaniyan kêfxweş e û heta niha jiyaneke hevbeş bi hev re derbas kirin.
Welatiyê sûriyanî Keşîş Yeşûi Somî û hevjîna wî Elbêra Somî li gel 5 zarokên wan derbarê jiyana hevbeş ya di gund de axivîn da nanîn ku tu carî li gorî cudahiya olan ew û birayên xwe yên musilman bi hevre dan û standin ne kirine. Keşe û malbata xwe destnîşankirin ku Ji destpêka ketina wan a gund de bi Kurd û ereban re wek malbatekê jiyana kirine. Somî bibîrxist ku gelek caran ew bi xwe çûye mizgefta gund û serdana oladarên misilman kiriye.
Derbarê rewşa dawî di jî Somî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ez êrîşên komên çekdar bi tundî şermezar dikim.Ez baş dizanim ku êrîşkarên ku navê îslamî bikar tînin ji ola îslamê dûriyn. Ez dixwazim biratiya di navbera hemû pêkhatiyên herêmê de dewam bike. Bi rastî berxwedan ku hêzên YPG’ê destnîşan dike berxwedaneke pîroze.’’
Li aliyê din jî şêniyên gund bi hemû pêkhateyên wê berxwedana YPG’ê silavkirin û piştgiriya xwe ya bi hêzên YPG’ê re nîşan da.
TIRBESPIYÊ