
Navenda Jinê ya Sara ya li Xelfetiyê, ku karê çand û hunerê dimeşîne, bi şagirtên xwe yên ji gelên Kurd, Ermenî û Tirkmen ve, mînakek ji jiyana hevpar a gelan e.
Navenda Jinê ya Sara, ku li navçeya Xelfetî ya Rihayê karê çand û hunerê dimeşîne, bala Xelfetiyiyan dikişîne. Navenda Jinê ya Sara, tevî Navenda Çanda Mezopotamyayê ya li Rihayê kursan li dar dixe, bi şagirtên xwe yên ji 7 heta 70 salî, bûye mozaîka gelan. Mirovên Kurd, Ermenî û Tirkmen ên li navçeyê dijîn, li van qursan perwerdeya çand û hunerê dibînin. Bi vî rengê xwe, navend bûye mînakeke bedew ji jiyana hevpar a gelan. Li navendê, ewilî kursên tembûr û defê hatin dayîn, piştre ders berfireh bûn û niha kursên gîtar û govendê jî lê hatin zêdekirin.
Ermenî, Kurd û Tirk bi hev re
Civaknasa navenda jinê Elîf Ûras li ser kursên çand û hunerê yên di dawiya hefteyê de li Navenda Jinê ya Sara agahî dan û anî ziman ku ew li bendê ne her kesa/ê dixwaze xwe ji aliyê hunerî ve bi pêş bixe, beşdarî van kursên wan ên bêpere bibin. Her wiha Ûras da zanîn ku wan di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de Navenda Jinê ya Sara vekiriye û ev sê meh in bi rengekî çalak dixebitin. Ûras diyar kir ku kursên wan ji du beşan pêk tên, yek jê ji bo zarokan, beşa din jî ji bo mezinan e û anî ziman ku tevî ku kontenjana kursê tijî bûye jî qeyd dewam dike û wan li gorî pêwîstiyê kursên nû dane destpêkirin.
Ûras da xuyakirin, ku kursên wan di nava coş û kelecaneke mezin de pêk tên û got, “Karê çand û hunerî mirovan digihîne hev. Ji kîjan gelî dibe bila bibe, mirov di çalakiyên çand û hunerê de tên cem hev. Û ji bo jiyaneke bi xwişk û biratiyê, bingehek diafire.”
‘Xelfetî zindî bû’
Ûras bi bîr xist ku Xelfetî bajarekî kozmopolît e û got, “Li vir Kurd, Ermenî, Tirkmen bi sedan salan e ku bi hev re dijîn. Dikarin bi rengekî biratî û aştiyane bi hev re bijîn. Yek ji cihên ku mirovên ji nasnameyên cuda bi hev re di nava xwişk û biratiyê de dijîn Xelfetî ye. Ev yek bandorê li kursên me jî dike. Hem Ermenî, hem Kurd, hem jî Tirkmen bi hev re tevlî dibin. Di çarçoveya kursên ji 35-40 kesî de li Navenda Jinê ya Sara perwerde tê dayîn.”
Ûras bal kişand ser elaqeya ji bo navendê tê nîşandan û got, “Li Xelfetiyê çalakiyên çandî û hunerî gelekî kêm bûn. Van kursan Xelfetî zindî kir.”
‘Elaqeya ji bo Erbanê’
Mamosteya Erbanê Emîn Isi kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûnê nîşan da û got, amûra Erbanê ku ew dersa wê dide, amûreke Kurdî ye. Isi diyar kir ku li Xelfetiyê jin xwedî li Erbaneyê derdikevin û got, “Xelfetî ji bo gelê Kurd cihekî pîroz e. Em jî hewl didin ji aliyê çandî ve tevkariyê li vê rewşê bikin. Mîna ku Birêz Ocalan dibêje; huner lêgerîna li rastiyê ye, heqîqet jî vegera li rastiya xwe ye. Em jî bi vê felsefeyê ji bo lêgerîna li heqîqetê karê hunerî dimeşînin. Li Xelfetiyê tevlîbûneke xurt li vî karî heye. Karê me ev meh û nîveke dewam dike. Wê 2-3 mehên din jî bidome.”
HASAN YOLDAŞ/RIHA