KCK : Em ê têkoşîna azadiyê geştir bikin û bi serfiraziyê tacîdar bikin. Em ê hesreta wan a Kurdistana Azad pêk bînin û em ê layîqî wan kesan bin ên ku bi sedan sal in bi hesreta azadiyê dijîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê Hacî Nûrî Varli (Mele Nûrî) yê dilê wî sekinî, rehmet kir, merasîma bîranînê hate lidarxistin û ber bi Qendîlê hat bioxirkirin. KCK’ê jî ji bo Hacî Nûrî Varli peyama sersaxiyê weşand.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo gerîlayê Tevgera Azadiya Kurdistanê Mele Nûrî merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Saziyên Malbatên Şehîdan Dilşîn Kara wiha peyivî: “Mele Nûrî sala 2001’ê ji malbatê qut dibe û di temenê xwe yê 56 salî tevlî rêxistinê dibe. Di 40 saliya tekoşîna PKK’ê de ku xwe gihandiye girseyên mezin, şoreşgerên giranbiha bi keda xwe ya ku bûne sembolên tekoşîna me, gihandine. Gelê Kurd ji Botanê heta Dêrsim û Serhedê, ji Rojhilat heta Rojava bi nirx û biha bi hezaran şehîd, tekoşîna şoreşa me gihandine asta me ya îro. Ev gel dem hatiye zarokên xwe bi tekoşînê dane û dem hatiye jî bêyî ku dudilî bibin, mal û canê xwe di vê têkoşînê de daye û bûye parçeyek ji vê têkoşînê. Heta nefesa xwe ya dawî jî ji gerîlayan veneqetiya û mînaka welatparêziyê nîşan daye.”

Piştî 50 saliya xwe dest bi nivîsandina Kurdî kir

Dilşîn Kara jî, aliyê rewşenbirî yê Mele Nûrî jî bi bîr xist û got: “Nûrî Varli piştî 56 saliya xwe de dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî dike. Piştî hînbuna nivîsandina bi zimanê Kurdî, êdî ew dest bi nivîsandina pirtûkan dike. Bajar bi bajar, navçe bi navçe dinêrî, hestên gel dinivîsîn û kom dikirin. Berhemên Mele Nûrî yên weke çîrok, helbest û gotar hebûn, di rojname û kovaran de jî hatibûn weşandin.” Merasîma bîranînê bi dirûşma ‘ Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Em ê hesreta wî pêk bînin

Her wiha Em ê hesreta wî pêk bînin Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî ji bo Hacî Nûrî Varli yê ku ji ber ku dilê wî sekinî, rehmet kir, peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hate gotin, “Welatparêzê hêja yê ji Wanê û mezinê me, Hacî Nûrî Varli ji ber krîza dil şehîd bûye. Em sersaxiyê ji gelê Wanê û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Em sozê din ku em ê hesreta wî ya Kurdistana azad pêk bînin.”

KCK´ê di dawiyê de got, “Mezinê me yê hêja Mam Hacî Nûrî di 70 saliya xwe de, sala 2003’an hat çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bû. Di wî temenê xwe de israr kir û di Dibistana Kadroyan a Mazlûm Dogan de perwerde bû. 15 salan tevî hevrêyên xwe yên ciwan li çiyayên Kurdistanê ma. Wekî welatparêzê hêja Mele Evdirehmanê Timoqî, salên dawîn ên temenê xwe di nav refên Tevgera Azadiyê de derbas kirin. Mam Hacî Nûrî wekî birayê xwe Abdullah Varli yê ku cara pêşîn Quran wergerandiye Kurdî, ew jî li çiyayan bi Kurdî re elaqedar bû û hest û bîranên xwe yên di nav têkoşîna azadiyê de kirin pirtûk.

Bi israr li çiyê ma

Mam Hacî Nûrî di 70 û 80 saliya xwe de wekî ku ji nû ve ji dayîk bûbe, bi coş jiya û ji hevrêyên xwe yên ciwan re bû moral. Ji rêveberiya tevgera me heta şervanên me, hemû hevrêyên wî, qedrekî mezin dan Mam Hacî Nûrî û qîmetekî mezin dan israra wî ya li mayîna çiyayên Kurdistanê.

Di nav têkoşîna azadiyê de hevrêyên hêja yên wekî Mele Evdirehman, Apê Hesen, Mam Hesen û Mam Hacî Nûrî her dem hebûn. Ew bûn moralê bingehîn ên têkoşîna me ya azadiyê.

Baweriya Mam Hacî Nûrî ya ku ew ê Tevgera Azadiyê ya gelê Kurdistanê bibe serketinê, berpirsyariyeke girîng dide me û şervanên azadiyê. Em ê vê berpirsyariya xwe ti carî ji bîr nekin û têkoşîna azadiyê geştir bikin û bi serfiraziyê tacîdar bikin. Em ê hesreta wan a Kurdistana Azad pêk bînin û em ê layîqî wan kesan bin ên ku bi sedan sal in bi hesreta azadiyê dijîn.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Mele Nûrî kî ye?

   

Di destpêka sala 1985’an de şoreşa azadiya Kurdistanê pirr bandorê li Nûrî Varli dike. Bi taybetî dema mele Evdilayê Timoqî dibe mêvanê mala wan û naskirina li gel wî çêdibe, bandoreke mezin li ser wî çêdike. Sala 1989’an di HEP’ê de dest bi xebatên siyasî dike û di dema DEP-HADEP’ê de jî xebitiye. Sala 2001’ê ji malbatê qut dibe û di teme xwe yê 56 salî de tevlî nav refên PKK’ê dibe. Piştî tevlîbûnê, herêmên lê mayî Qendîl, Gare, Rojava û Mexmûr in.