
Şerê qirêj di lîtaretura siyasetê de wekî şerê taybet tê zanîn ango mirov dikare bibêje şerê qirêj şerek taybet e. Ev şerê qirêj ji hêla desthilatdaran ve li ser gelê bindest ku tê xwestin were qirkirin tê meşandin. Ji her hêlê ve li ser civakê tê meşandin. Lingek bi hêza artêşê (qirkirinên fizîkî) û lingek jî bi destê desthilatdariyê bi saziyên pergalê (çapemeniya taybet jî di nav de) tê meşandin. Mirov dikare vî şerê qirêj li ser çend têgehan li gorî pîvanên gotarê bîne ziman: 1. Qirkirina Fizîkî, 2. Qirkirina Siyasî, 3. Qirkirina Çandî, 4. Qirkirina Sincî / Exlaqî Li gor van têgehên ku min anîn ziman mirov dikare rewşa civaka gelê Kurd bi vî şerê qirêj gav bi gav tê meşandin destnîşan bike û bîne ziman.
Qirkirina fîzîkî
Qirkirina fîzîkî ew cure ye ku bi rêbazek qetlane û tundîtî tê arma-nckirin ku civakekê ji holê rakin. Ev ne car caran li ser komên civakê an jî kêmaran tê karanîn. Taybetî bi destê artêşê bi biryara ‘Tîranê’ li ser dewletê tê dayîn, mînaka vê qirkirina fîzîkî di şerê cîhanê yê yekemîn de bi destê Îttahat Terakî ya faşîst li ser ermeniyan û hin komên din (Kurd, suryanî, keldanî hwd.) hate pêkanîn. Dîsa Hîtlerê faşîst li ser Yahûdiyan ceriband. Di vir de ya herî trajîk mînakên li ser gelê Kurd in. Qirkirina li Geliyê Zîlanê, qirkirina li Dêrsimê û di koçberkirina Kurdan de qirkirinên hatin kirin...
Dîsa bi destê faşîst Sedam Enfal û Helepçe. Ev mînak hê jî zêde dibin, jixwe mînakên zindî îro jî li ber çavan tên dîtin. Ev mînaka zindî jî qirkirina li Qileban-Roboskê hatiye pêkanîn e. Bi vî rengî mirov dikare qirkirina fîzîkî bi mînakan bîne ziman. Li pişt van mînakan ango qirkirina; tenê armanca zihniyeta qirkirinê, ji holê rakirina hebûna civakê ye. Ev cure qirkirin li ser komeke (30-40 kes) civakê tê pêkanîn. Mirov dikare wekî çavtirsandina li ser civakê tê meşandin jî bixwîne. Ango Roboskê mirov dikare bi vê şîroveyê bixwîne. Wekî ku bê gotin: “Binêrin ez/em dikarin we tevan bi vî rêbazî ji holê rakin”. Dema tê xwestin armanca qirkirinê pêk were di hêla stratejîk de herêmek taybet tê armanckirin. Qirkirina li ser Roboskê jî da xwiyakirin ku ew herêm (Botan) bi stratejîk hatiye pejirandin. Qirkirina fizîkî dema tê pêkanîn jî taybetî ji hêla çapemeniya taybet ve tê berovajîkirin û nixumandin.
Qirkirina siyasî
Piştî qirkirina fizîkî, qirkirina siyasî jî cihek girîng di nava şerê taybet de digire. Civak, gel bi têgehên polîtîka, siyasetê dahatûya xwe, statûya xwe dike nav pergala siyasî. Civaka gelê Kurd jî bi taybetî di dîroka me ya nêz de siyasetek demokratik daye meşandin û dimeşîne jî. Di nava siyaseta netewe-dewletê de siyaseta gelê Kurd jî cihê xwe girtiye. Ango gelê Kurd di hêla siyasetê de jî xwedî hêz û polîtîkayê ye. Di bingehek legal de di nava parlamentoya Tirkiyeyê de siyasetê dimeşîne. Di vir de li gorî mijara me li hember vê siyaseta me, bêtahamuliyek, çavnebariyek qirkirinî li ser tê meşandin. Mirov ji DEP-HEP ê bigire heta îro BDP’ê her tim siyaseta me para xwe ji qirkirina siyasî girtiye. Heke ev ne qirkirin ba wê her du-sê salan partiyên me nehatina girtin. Çawa ku hebûna gelê Kurd ne- hatiye qebûlkirin, siyaseta gelê Kurd jî nehatiye qebûlkirin. Di zîhniyeta rejima spî de siyasetmedarên me dihatin qetilkirin (Savaş Buldan, Mehmet Sîncar hwd.) û partiyên me hatin girtin. (DEP, HEP, HADEP hwd.) îro jî bi rejîma nû ya kesk siyasetmedarên me tên girtin û tê xwestin ku partiya me bê marjînalkirin. Di vê zihniyeta kesk de qirkirinek zêde heye û ne ji ya spî kêmtir e.
Mînaka vê qirkirina siyasî ya zindî jî îro nêzî 7-8 hezar girtiyên siyasî yên gelê Kurd di bin navê doza KCK’ê de di zindanan de ne. Ez bawer im îro li tu deverên cîhanê evqas girtiyên siyasî ne di zindana de ne. Bi taybetî ev siyasetmedarên me, parlamenter, şaredar û hwd bi salane girtî ne. Ev dîmenên îro li ser siyaseta Kurd tê meşandin rûyê zîhniyeta desthilatdariyê dide xwiyakirin ku bê ka çawa qirkirinek siyasî dide meşandin. Îcar qaşo dibêje li Tirkiyeyê demokrasî heye. Ev rewşa demokrasiya wî be, dê nexwe ne demokrasî ba wê çi qirkirin di ser me de bianiya.
Qirkirina çandî
Piştî vegotina qirkirina siyasî qirkirinek di nava siyasetê de tê meşandin. Ev jî “qirkirina çandî ye”. Di nava civakan de stûna bingehîn yek ji stûna çandî ye. Civak reng û teşeya xwe, ziman û dîroka xwe di nava çanda xwe de dijî. Civak di nava rûnê çanda xwe de diqele û jiyana xwe dike xwedî nasname. Civaka ku stûna çanda wê hate şikandin ew civak seqet û êdî ber bi mirinê ve diçe. Dagirker, metînger (serdest) jî vê girîngiya çandê dizanin û li gor wê her tim êrîşê dibin ser çanda gelê bindest. Yek ji van gelan jî gelê Kurd e ku para xwe ji vê qirkirinê girtiye û heta niha digire. Mêtîngeran axa gelê Kurd jî avabûna netewe-dewleta li ser bermahiyên Elî-Osman hatî avakirin ango netewe-dewleta Îttahat Terakî zîhniyeta yek yekî a spî danîne ser çanda gelê Kurd. Vê zîhniyeta spî berî her tiştî bi xalên qanûna xwe, çanda gelê Kurd, hebûna gelê Kurd tune hesibandin û pergala yekyekî dan avakirin. Serhildanên li hember vê faşîzmê pêk hatin jî bi qirkirina fîzîkî ji holê hatin rakirin.
Gelê Kurd bi pergala spî ya yek- yekî kete nava qirkirina çandî, qedexeya qirkirina herî mezin jî li zimanê Kurdî dan û mifteya neteweya gelê Kurd hate qedexekirin. Di nava vê pêvajoya yekyekî û qedexeyan de qirkirina çandî heta roja me ya îro hatiye domandin û tê domandin, ango qirkirinên fîzîkî, çandî, siyasî ne rabûne hê jî tên meşandin. Lê belê ji sala 2000’î pê de pêlek din li netewe-dewleta Tirkî ket û rengê zîhniyeta faşîzmê hate guhertin. Bi vê guhertinê re her çi qas hêviyek dabe avakirin jî, qirkirinên heta niha li ser gelê Kurd hatin pêkanîn ne rawestand tenê rengê qirkirinan guhert.
Îro bi heman qirkirinê zimanê Kurdî qedexe ye, hêj gelê Kurd bi awayekî azad nikare çanda xwe bijî. Her roj ji bo vê çandê gelê Kurd tê girtin. Weşanên zimanê Kurdî tên qedexekirin. Tê gotin ku zimanê Kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye. Zelal tê xwiyakirin ku qirkirinek çandî bi her awayî tê meşandin. Ev qirkirin jî rûyê demokrasiya Tirkiyeyê dide xwiya- kirin. Li ser navê biratiyê çawa yekperestî tê meşandin tê xwiya- kirin.
Qirkirina sincî/exlaqî
Sinc jî wekî çanda civakê, stûnek civakê ye. Sincê civakê, paqijî û aramiya wê dide xwiyakirin. Civak di nava teşeyê sincî de jiyana xwe dimeşîne. Civak hebûna xwe bi sincê xwe diparêze. Civaka ku ji sincê xwe qut bibe û sincê wê bilewite ji cewherê xwebûniya wê civakê tu tişt namîne. Ango tu civak beyî sinc nikare bijî. Ji ber vê girîngiya sincê civak, divê berî her tiştî sincê xwe bizane û biparêze.
Divê tu gel xwe ji sincê xwe qut neke û nekeve nava tu pergalên serdest. Heke civaka serdest sincê xwe li ser civaka bindest bide qebûlkirin; wê demê civaka bindest hebûna xwe ya sincî winda dike û tê guhertin. Serdest, desthilatdarî bi polîtîkayên taybet li ser sincê civaka bindest qirkirina sincî didin meşandin. Dîlgirtina civaka bindest bi radestbûna sincê civakê pêk tê.
Ji wê çendê ye dagirker jî bi qirkirina sincî dixwaze civakê dîl bigire. Gelê Kurd jî para xwe ji êrîşên dagirkeran ên li ser civaka Kurd girtiye. Ango her tim hatiye xwestin ku civaka Kurd bikeve nava qirkirina sincî û civaka Kurd dîl were girtin. Şerê taybet li ser gelê Kurd tê meşandin bi hemû hêza xwe êrîşê sincê civaka Kurd dike, bi qirkirina sincî, çandî şerek psikolojîk-derûnî dixwaze sincê civaka Kurd têxe bin bandora xwe. Sincê civaka Kurd xwedî dewlemendiyek mirovane û dîrokî ye.
Hemû taybetmendiyên mirovane di nava sincê civaka Kurd de hene. Lê ji bo ku desthilatdariya niha li ser gelê Kurd siyasetê dimeşîne di nava şerê qirêj de polîtîkayek taybet ji bo lewitandina sincê civaka Kurd tê meşandin. Niha em bûyera li Cizîrê bînin ziman û baştir bidin fêmkirin ka çawa pergala di destê desthiatdarê tîran de qirêjiyê dixe nav gelê Kurd.
MÎRZA RONÎ / Ji Gitîgehê Mîdyadê