BOZO GUNDÎ
Hevparê hikûmeta Holanda, Yekîtiya Xirîstiyan (Criestenunie), li ser biryara DYE’yê ya vekişîna hêzên xwe, xwest ku Holanda eskerên xwe bişîne Sûriyê. Hevparê mezin yê koalîsyonê, partiya liberal VVD ku bi piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê kir, pêşniyaz weke ‘nemunasib’ bi nav kir û red kir.
Parlamenterê Yekîtiya Xirîstiyan, Joel Voordewind ku ji rojnameya Trouw re axivî, da zanîn ku, ji Sûriyê bi temamî vekişîna hêzên rojavayî rîskeke mezin e. Voordewind wiha peyiviye: “Me bi hevbendên xwe yên Kurd re li erdê kedeke mezin da di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de. Heke em niha vekişin, Esed yan jî Tirk gefa dagirkirina herêmên Kurd dixwin. Li gorî Trump, piştî vekişînê Tirkiye dê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dewr bigire, lê ev ramaneke xwezdare. Lewma Tirkiye bi xwe ji bo DAIŞ’ê navend bû.”
Joel Voordewind bal kişand ser rîskeke din jî û got dema ku Kurd ji bo têkbirina hewldaneke dagirkeriya ya Tirkan hewcedarî bi tevahiya hêzên xwe yên eskerî hebin, wî çaxî bermahiyên DAIŞ’ê dikarin xwe careke din komî ser hev bikin.
Parlamenterê Hollandî destnîşan kir ku di rewşeke dagirkirina herêmên Kurdan de, pêleke din a koçberiyê û gefa cihadxwazan a li ser Ewrûpayê wê çêbe.
Ji bo vê yekê jî Voordewind got, divê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) rola Emerîkiyan ya tampon pêk bîne, Holanda jî bi balafirên F-16 û eskerên li erdê beşdar bibe.
Voordewind her wiha da zanîn ku ji bo ewlehiya herêmê û eskerên li erdê qedexeya meydana hewayî jî divê bê ragihandin.
Parlamenterê Cristenûnieyê li ser giringiya ewlehiya Rojavayê Kurdistanê, sedemeke din a berbiçav anî ziman û got, “Li gel Kurdên Sunî, Xirîstiyan jî di nav de, hindikahî jî hene. Heke Tirkiye bi hevbendên xwe yên Îslamiyên Sûriyeyê bikeve herêmê, gumaneke mezin heye ku berdine hindikahiyan. Me weke Ewrûpa, îsal hişt ku ev yek li Efrînê pêk were. Divê em careke din rê nedin vê yekê.”
Berdevkê parastinê yê hevparê mezin yê koalîsyonê VVD, Andrê Bosman bersiv da Voordewind û pêşniyaza wî weke ‘nemunasib’ bi nav kir.
Andrê Bosman ku aciziya xwe li hemberî pêşniyazê anî ziman, destnîşan kir ku ji ber artêşeke Yekîtiya Ewrûpayê nîne, di rewşeke wiha de divê rol bidin NATO´yê. Ev yek jî tê wê wateyê ku dê hêzên NATO’yê yên Ewrûpayê bi hevalbendê NATO’yê Tirkiyê bên pêşberî hev. Bosman got ew acîliyeta mijarê fêm dike, lê divê pêşniyaz di nava tevahiya çîrokê de cihê xwe hebe.
Bi gotineke din, li gorî VVD´yî ji ber ku guman heye ku hêzên NATO’yê wê bên pêşberî hev, nabe ku li hember gefên dewleta Tirk a dagirkirina Rojavayê Kurdistanê tedbîr bên girtin. Ev ne cara yekemîn e ku VVD’ê bi helwêsta xwe ya pêşîgirtina li hemberî helwêstên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk yekser piştgiriyê dide kiryarên dewleta Tirk. Weke ku parlamenterê Cristenunieyê bal kişand ser, mînaka herî berbiçav, helwêsta hikûmeta Holanda li hemberî dagirkirina Efrînê ye.
Hikûmeta koalîsyonê ya bi serkêşiya VVD´ê, bi awayekî eşkere piştgirî dabû dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê. Di 20’ê Çile de roja ku dewleta Tirk dest bi êrişan kir, ji partiya VDD’ê wezîrê karên derve Halbe Zijlstra gotibû. Sedemên Tirkiyeyê ji bo êrişan hene û mafê her dewletê ye ku xwe li hember êrişan biparêze.
Di 2’ê sibata 2018’an de êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Efrînê li parlamena Holanda bûbû mijara guftugohên tund. Zijlstra li vir xwe spartibû rapora ku dewleta Tirk ji wan re pêşkêş kiribû û derewên dewleta Tirk dubare kiribûn.
Zijlstra ji bo qaşo ‘kiryarên xirab’ yên hêzên YPG’ê jî mînakeke balkêş dabû. Zijlstra gotibû, di 2015’an de hêzên YPG’ê zêdetirê 100 çekdarên artêşa azad a Sûriyê kuştin û ew li kolanên Efrînê teşhîr kirin. Lê rastî ew bû ku kuştî çeteyên El Nusra yên ji Ezazê êrişê Efrînê kirî bûn. Bi vê yekê hikûmeta Hollanda, ji bo piştgiriya xwe bi dewleta Tirk re rewa nîşan bide, xwe spartibû çeteyên El Nusra!
Hikûmeta Hollanda ya bi serkêşiya VVD, ne tenê ji aliyê siyasî ve, yekser jî aliyê eskerî ve jî piştgirî dabû çeteyên ku bi dewleta Tirk re tevdigerin. Di 10’ê Îlonê de rojnameya Trouw û bernameya Nieuwsuur ya televizyona fermî NOS, di encama lêkolînekê de ragihandibû ku alikariya ku hikûmeta Holanda qaşo bi muxalifên Sûriyê re kiriye, gihiştiye destê komên çete.
Hollanda alîkariya wesayîtan, amûrên teknîkî yên komînikasyonê, cilûbergên eskerî û teknîka qaşo ‘ne ya kuştinê’ ya eskerî dida qaşo muxalifan. Li gor lêkolîna Trouw û Nieuwsuur komên çete ku hikûmeta Holanda alîkarî daye wan, zêdetirê 100 sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan kirine.
Yek ji komên ku hikûmeta Holanda bi salan alîkarî dayê, çeteya bi navê Tugaya Sûltan Murad e. Ev koma çete yekser girêdayî dewleta Tirk a dagirker e. Sala 2015’an, di encama êrişên tugaya Sûltan Murad a bi çekên jehrê de tenê li taxa Şêxmeqsud a Helebê 30 jê zarok 83 Kurd û xelkê din ê taxê jiyana xwe ji dest dabû.
Neteweyên Yekbûyî hovîtiya çeteyên Sûltan Murad lêkolîn kiribû û sala 2016’an derheqê koma çete de wiha hişyar kiribû, ‘yekser sivîlan dikin hedef û sucên şer û sucên li dijî mirovahiyê dikin’. Tevî vê yekê Hollanda piştgiriya xwe ya ji çeteyên Sultan Murad û Cebhet Şerqiye re heta tebaxa 2018’an, dewam kir.