‘Minbic di kontrola me de ye’
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bersiv da nûçeyên ku dibêjin, di mehekê de Minbic bê valakirin û got, “Bajar di kontrola me de ye û di navbera koalîsyon û Tirkiyeyê de peymaneke têkildarî Minbicê jî pêk nehatiye.”
Ajansa Anadoluyê (AA) ya dewlata Tirk, pêr têkildarî hevdîtinên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Tirkiyeyê de nûçeyek bê bingeh serwîs kir. AA´yê îdîa kir ku ji 4’ê Hezîranê û pê ve, YPG û YPJ di mehekê de wê Minbicê vala bikin.
Nauert: Negihîştiye ti encamê
Berdevka Wezareta Karê Derve ya DYE´yê Heather Nauert pêr bi civîna çapemeniyê ragihandibû ku têkildarî Minbicê, hevdîtina di navbera wan rayedarên Tirk re negihîştiye ti encamê. Li gel vê daxuyaniya DYE’yê jî AA´yê nûçe serwîs kiribû. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser meselê peyivî.
Ev parçeyek polîtîkay şerê taybet e
Derwîş bi bîr xist ku beriya niha jî nûçeyên bi vî rengî di çapemeniyê de hatibûn weşandin û got: “Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e. Bajar hêj di kontrola me de ye. Di navbera koalîsyon û Tirkiyeyê de peymanek bi vî rengî nehatiye kirin.”
Ev bi temamî derew e
Her wiha Derwîş diyar kir ku haya wan ji hevdîtina di navbera dewleta Tirk û DYE´yê de hebû û got, “Em ji tiştên di demên dawî de diqewimin, haydar in. Lê feqet, tişta ku çapemeniya Tirk serwîs dike û tiştek wek peyman û plansazî nîne. Ev bi temamî derew e. Em ê di rojên pêş de der barê vê mijarê de raya giştî agahdar bikin. Piştî her hevdîtinê tiştên wiha derdixin pêş. Em careke din dibêjin; li vir Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heye û ew di warê eskerî de vî bajarî bi rê ve dibin. Ji bilî Meclîsa Leşkerî tu hêzeke din nîne.” MINBIC