Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, rêveberiya bajêr bi daxuyaniyekê ku keça Faysal Ebû Leyla jî beşdarî bû, dewrî meclîsa gel kir. 

Piştî rizgarkirina Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Bajêr û meclîsên rêveberiyê li Xaçerêya El Batteyê ya li nevenda bajêr daxuyanî dan. Hevjîn û keça yek ji fermandarên pêngava Minbicê Faysal Ebû Leyla yê ku jiyana xwe di dema operasyonê de ji dest dabû, Leyla jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de li avahiyên hawirdora xaçerêyê alayên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û wêneyên Faysal Ebû Leyla hatin daliqandin. 


Minbic êdî sivîl e

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî Ebû Emced daxuyanî da û got, Minbic bi temamî ji leşkeran hatiye paqijkirin. Ebû Emced bang li gelên Ereb, Kurd, Tirkmen, Çerkes ên ku ji ber zilma DAIŞ‘ê ji neçarî ji bajêr koçberbûyî kir, da ku vegerin bajêr. Emced got, wan wek meclîsa leşkerî bajar azad kiriye û wan ji îro ve bajar dewrî rêveberiya Meclîsa Gel a Minbicê kiriye.


Malavahiya hemû aliyên destekkar

Meclîsê nexasim malavahiya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê kir ku bi hêza hewayî destek da operasyonê. Meclîsê malavahiya YPG, Asayîşa Rojava û hêzên meyî hemûyan kir ku destek dan rizgarkirina Minbicê. Meclîsê civaka Êzîdî ya li Şegalê jî bi van gotinan bi bîr anî: “Em spasiyên xwe pêşkêşî Yekîneyên Berxwedaniya Şengalê dikin ku tevî êş û azarên gelê Şengalê jî bi israr beşdarî vê berxwedaniya rizgariyê bûn û ji me re biratiya gelan îsbat kir û em fêrî yek helwestê û yek çarenûsê kir.”


Operasyon wê dewam bike

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bajarê Minbicê û beşek ji gundewarê wê hatiye rizgarkirin, lê li derdora wê erdên berfireh, bi dehan gund û navendên şên li başûr û rojhilatê bajêr hê jî bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne û hat gotin, “Ji ber vê yekê em dibêjin ku Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla hetanî rizgarkirina tevahiya xaka me ji DAIŞ’ê wê dewam bike. Em nikarin guhê xwe kerr bikin li banga xuşk û birayên me ku dixwazin em wan ji zordarî û hovîtiya DAIŞ’ê xelas bikin.”

Ebû Emced diyar kir ku bajar hatiye azadkirin, lê belê hîn jî li rojavayê bajêr hin gund di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne û wiha peyivî, “Ji ber vê hîn jî pêngava Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla temam nebûye. Em dê wan deran jî azad bikin.”


Xebatên meclîsê wê li navenda bajêr dewam bikin

Piştî Emced, Hevserokê Meclîsa Gel a Minbicê Farûk Elmaşî axivî. Elmaşî diyar kir ku ew 75 roj in ku li gundan xebatên meclîsê dimeşînin û ji niha û pê ve jî ew ê li navenda bajêr heman xebatê bimeşînin û spasiya xwe bo hêzên leşkerî yên ku bajar rizgarkirin, pêşkeş kir. 

Herî dawî hevjîna Faysal Ebû Leyla, Dîcle Ehmed axivî û got, ew bi hevjînê xwe serbilind e û spasiya hevrêyên hevjînê xwe kir yên ku bajar azad kirin. 

Piştî daxuyaniyê, şervan û welatiyan govend gerand û azadkirina bajêr pîroz kirin.


Li Minbicê çete tarûmar bûn


Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya 75 rojên operasyona rizgarkirina Minbicê jî eşkere kir.

Bîlançoya operasyonê wiha ye:

“Ji 75 rojan ê şerê şoreşgerî yê li enî û firehiyên mezin, em dikarin bîlançoyekê diyar bikin. Ev hejmar wê piştre di dewamkirina operasyonê de werin guhertin.

Hejmartinên giştî yên pêngava yekemîn a şerê rizgarkirina Minbic û gundewarê wê wiha ne:

Hejmara kuştiyên dijmin: 4180

Hejmara cenazeyên djimin ên ketina destê me: 1724

Hejmra dîlên DAIŞ´ê li gel me: 112

Maşîne û alavên çeteyan ên hatine rûxandin: 144 ji wan 37 maşîneyên doçka li ser, 26 hawan, 5 topavêjin katyoşa û 15 maşîneyên zirxî

Hejmara çekên ku ketine destê me:

Çekên ferdî: 1268,

Doçka bi hemû cureyên xwe: 25

Hawan: 34

Hejmara şehîdên me yên Kurd, Ereb û navneteweyî: 264″



 MINBIC