Şervan Derwîş: Di koordîneya hêzên me û Koalîsoyan Navdewletî de ti guhertin çênebûye, dewriyeyên Koalîsyona Navdewletî li ser sînorê bakur û rojava hîna jî dimeşin.

ŞÎLAN MIHEMED / ANHA / MINBIC

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş got, dewriyeyên Koalîsyona Navdewletî dewam dikin û ti guhertinên nû çênebûne. Şervan Derwîş rewşa dawîn şîrove kir. Şervan Derwîş lezbûna bûyerên siyasî û eskerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî jî li bajarê Minbicê spartin nêzîkbûna tinekirina DAIŞ‘ê û biryara rêveberiya Emerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê. Li ser mijarê wî got, “Li Sûriyê bi giştî, di nav de Minbic jî nexasim li Bakur û Rojhilat, bûyerên bi lez li ser asta siyasî û ekerî qewimîn. Ji ber nêzîkbûna tinekirina terora DAIŞ‘ê û biryara Emerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê.”

Derwîş bal kişand ser wê yekê ku girîngiya stratejîk a bajarê Minbicê ji herêmên din bêhtir e, ew bêhtir bûye mekanê bûyerên eskerî û siyasî, ji ber ku ew nêzî nuqteyên rêjîma Sûriyê li rojava û dagirkeriya Tirkiyê li bakur e.

Koordînasyona bi koalîsyonê re dewam dike

Şervan Derwîş destnîşan kir ku rewşa li Minbicê wekî berê ye, ti bernameya Koalîsyona Navdewletî ji bo vekişînê nîne û wiha peyivî: “Heta niha koalîsyonê gavên ji bo vekişandinê ji bajar û gundewarên wê neavêtine. Lê tişta ku diqewime û di demên dawî de, piştî biryara vekişînê, tenê nîqaşên li ser çawaniya dagirtina valahiya piştî vekişînê ye. Di koordîneya hêzên me û Koalîsoyan Navdewletî de ti guhertin çênebûye, dewriyeyên Koalîsyona Navdewletî li ser sînorê bakur û rojava hîna jî dimeşin.”

Bi navbeynkariya Rûsyayê

Şervan Derwîş di axaftina xwe de bal kişand ser koordîneya di navbera hêzên wan û rêjîma Sûriyê de, ew wek “koordîneyeke kevn” bi nav kir û got, koordîne bi navbeynkariya Rûsyayê bi rê ve diçe: “Beriya zêdetirî salekê bi navbeynkariya Rûsyayê, em û rêjîma Sûriyê gihîştin peymanekê ku hêzên xwe bi sponsoriya Rûsyayê li herêmên rojava û bakurê rojavayê bajarê Minbicê belav bike da ku rê li ber destwerdanên dagirkeriya Tirkiyeyê bigire. Ev koordîne heta niha dewam dike.”

Şervan Derwîş diyar kir ku ev koordîne ji bo demekê sekinîbû û bi bûyerên siyasî û eskerî re dîsa çalak bûye.

Em ê bersivê bidin êrişan

Şervan Derwîş teqez kir ku ew ê parastina bajêr û xelkê wê bikin û bersivê bidin êrişên ji derve, yên weke dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê: “Wek Meclisa Leşkerî ya Minbicê, em dixwazin teqez bikin ku armanca me diyar e; parastina Minbicê û xelkê wê. Li hemberî êrişên li ser me em ê bê bersiv nemînin.”

Şervan Derwîş diyar kir ku hêzên wan girîngiyê didin çareseriya siyasî û dîplomasiyê da ku rê li ber rijandina xwînê bigirin û got, “Wek hêzeke Sûrî, em girîngiyê didin bi aliyê dîplomasî û siyasî û diyalogan da ku bigihîjin çareseriyê ji aloziya Sûriyê re.”

Li bajêr Rûs nînin

Şervan Derwîş teqez kir ku ew li danûstandinan vekirî ne, heger li xêra xelkê Sûriyê û sekinandina rijandina xwînê û parastina gel ji êrişên dagirkeran bin. Di hevkariya vî warî de şertê xwe jî wiha vegot; “Bi şertê ku îtîraf bi rêveberiya gel û Rêveberiya Sivîl a Minbicê were kirin û herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.“

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku Minbic ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ve tê birêveberin û bi destê Hêzên Ewlekariya Hundir ve tê parastin. Ango ti hêzên ji derve Rûs jî tê de li bajêr nînin.