Minbiciyan nerazîbûna xwe ji bo gefên dagirkirinê yên Tirkiyeyê nîşan da û bang li civaka navneteweyî û gelê Sûriyê kir da ku dagirkeriya Tirkiyeyê bidin rawestandin. Peyama Minbica yekdeng ev bû: “Erdogan neviyê Cemal Paşa yê xwînmij e ku têkoşerên Sûriyê qetil kirin.”

Partiya Paşerojê ya Sûriyê bi dirûşmeya “Bi yekdestî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê” meşeke mezin li bajarê Minbicê li dar xist. Tê de bi sedan endamên Partiya Paşerojê ya Sûriyê ji hemû herêmên Firatê û şêniyên bajarê Minbicê li pêşiya Nexweşxaneya Firat a bajarê Minbicê kom bûn.

Girseyê pankartên li ser wan nivîsandî “Ciwan li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ser piyan in”, “Bi îradeya jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin” û “Bi yekdestî em ê li djiî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin” hilgirtin.

Meşvan ber bi meydana giştî ve çûn û dirûşmeyên şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser bajarê Minbicê û Bakurê Sûriyê, gotin.

Rêya me berxwedan e

Li meydana giştî, meşvanan rêz girt. Paşê qisekeran peyamên xwe dan. Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nûra El-Hamid axivî. Wê got, ev meş û sekna gel îradeya gelan ku azadiya xwe bi îradeya xwe ya bihêz bi dest anîn, dide diyarkirin.

Nûra El-Hamid teqez kir ku gefên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê wan qels nakin û wiha peyivî: “Gelê me bi hemû pêkhateyên xwe guh neda gefên dagirkeriya Tirkiyê, ji ber ku em xwedî hêz û îrade ne û rêya me berxwedan e.”

Tirkiyeyê Sûrî rûxand

Paşê bi navê Buroya Ciwanan a Partiya Paşerojê ya Sûriyê, endama rêveberiya Buroyê, Mêdiya Mihemed axivî û destnîşan kir ku rola ciwanan di birêxistinkirina civakê û parastina wê de heye û bi navê ciwanan soz da ku ew ê rêya têkoşînê dewam bikin.

Paşê bi navê Partiya Paşerojê ya Sûriyê, endamê partiyê Îbrahîm El-Maşî axivî û peyam da civaka navneteweyî. Wî bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji binpêkirênên dagirkeriya Tirkiyeyê re dayne û teqez kir ku Tirkiyeyê Sûrî rûxandiye û nahêle çareseriyeke siyasî jî lê pêk were.

Çav li bapîrê xwe kiriye

El-Maşî da zanîn ku Tirkiye destekê dide terora global û îro dixwaze Lîbyayê jî birûxîne û wiha dewam kir: “Faşîzma Tirkiyeyê careke din li Sûriyê li defa şer dixe û Erdogan neviyê Cemal Paşa yê xwînmij e ku têkoşerên Sûriyê li qada El-Merce li Şamê qetil kirin. Ew jî dixwaze dîrokê dubare bike û der heqê gel û têkoşerên me de tiştekî wiha bike.”

Meş bi pêşandana lîstikeke şanoyê ya koma şanoyê ya Minbicê ya bi navê “Emirhe” bi dawî bû.

 

ANHA / MINBIC