Lîderê rûhanî yê Êzîdiyan, Mîr Tehsîn Beg ji hefteya bihurî ve li bajarê Elmanyayê Hannoverê dohat Elmanyayê dihat dermankirin. Mîr Tehsîn Beg doh kiras guhert û çû ber dilovaniya xwedê.
Hate ragihandin, Serokê Konseya Manewî ya Bilind a Êzîdiyan, Mîr Tehsîn Beg, doh danê sibehê li nexweşaneya lê dihate dermankirin, wefat kiriye. Malbata wî û saziyên Êzîdiyan li Hannoverê wê sê rojan serdanên sersaxiyê qebûl bikin.
Kurê Mîr Tehsîn Beg, Hazîm Mîr Tehsîn Beg diyar kir ku cenazeyê bavê wî wê li Başûrê Kurdistanê were veşartin.
Wezareta Karên Diyanetê ya Iraqê, li ser mirina Mîr Tehsîn Beg daxuyanî da û got, "Em bi xemgînî pê hesiyane ku Mîrê Êzîdiyên li dinyayê, miriye."
Mîr Tehsîn Beg ê 86 salî, piştî ku bavê wî Seîd Begê sala 1944'an çû ber dilovaniya xwedê, bûbû Mîrê Êzîdiyan.
Serokê Konseya Manewî ya Bilind a Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg, ev demek bû dihate dermankirin û ji roja Înê ya bihurî ve di komayê de bû.
Mîr Tehsîn Beg ku demeke dirêj li sirgûnê ma, salên 1992 û 2004'an du caran bû hedefa hewldanên reşkujiyan û herdu caran jî bi saxî jêi êrişan filitîbû.
Koordînasyona Civaka Êzîdî sersaxî xwest
Koordînasyona Civaka Êzîdî li Ewrûpayê, li ser koça dawî ya Mîr Tehsîn Beg daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bi destûra Xwedê û Tawisî Melek, em dibêjin bila rehma Xwedê lê be. Em sersaxiyê ji civaka Êzîdî û bi taybetî ji malbata wî re dixwazin."
Di peyamê de hate bibîrxistin, ku Mîr Tehsîn Beg ji 14 saliya xwe ve weke Mîrê civaka Êzîdî dihate nasîn û bi dewamî hate gotin, "Mîr Tehsîn Beg ji êrişên hewldana reşkkujiyan bi saxî, lê birîndar, rizgar bû. Her wiha di nava demê û jiyana xwe ya bêhempa de bi gelek êrişên hovane re rû bi rû ma. Li hemberî van êrişan bê deng û bê helwest nema. Dîsa li erkê xwe xwedî derket û xebata xwe dewam kir."
Di dawiya peyamê de hate gotin, "Bi xemginî em dibêjin, dewsa Mîr Tahsîn Beg nayê dagirtin. Em Mîrê xwe oxir dikin û bejna xwe li ber keda wî ji bo Êzîdiyan û Êzîdayetiyê ditewînin."
KNK´ê sersaxî xwest
Konseya Rêveber a KNK’ê jî li ser wefata Mîr Tehsîn Beg bi daxuyaniyekê xemgîniya xwe îafde kir û sersaxî ji malbata wî, ji bawermendên Êzîdî û ji gelê Kurdistanê re xwest: "Em li ser navê KNK´ê ji ber wefata Mîr Tehsîn Beg pirr xemgîn in. Em ji Mîr Tehsîn Beg re rehmeta Xwedê dixwazin û bila cihê wî cinet be. Her weha em destpêkê serxweşiyê didin malbat û kesûkarên Mîr Tehsîn Beg, bawermendên Êzîdî û gelê Kurdistanê hemûyî.”
HANNOVER