HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / HELEBCE
Li Herêma Kurdistanê çêkirina benîştê xwezayî, hîna ji bo nexweşiyan derman e. Herwiha gelek kes karê çêkirina benîşt ji bo debara xwe dikin.
Li herêma Hewraman a parêzgeha Helebce havînan mirov dest bi çêkirina benîştê xwezayî dikin. Ev benîşt ji darên kizwanan çêdibe. Tevî ku demeke dirêj, ji bo çêkirina benîşt divê, lê ji ber sûdên wê yên ji bo sihetê, ev keftûleft û westan, hêja ye.
Ji bo çêkirina benîştê xwezayî li Kurdistanê, ji axa sor herî yê çêkirin û piştre dara kizwanê hinekî tê birîndar kirin û li ber cihê birîna darê, bi heriyê weke piyanekê tê çêkirin. Ji bo ku benîştê ji darê bê, bikeve nava wê.
Ne rojek û du roj in
Piştî 15 rojan li heman cihî ew dar dîsa tê birîndarkirin. Qederê 10 rejekî din piyana ji heriyê tijî dibe. Ha ji wî beniştî tahl, benîştê şîrîn tê çêkirin. Li gorî agahiyên Refîq Elî her dareke benê dikare 10 heta 15 kîlogram benîşt bide. Hasil, li malê benîştê tahl tê parzûn kirin da ku paqij bibe. Piştre jî tê kelandin di nav 10 lître av de. Dema ku benîşt bi ser avê dikeve, wî dixin nav ava sar. Bi vî awayî benîştê şîrîn tê amade kirin. Halê hazir kîloyek ji vî benîştî bi 20 hezar dînarî tê firotin.
Ji saxkirina birînan heta bi gelek nexweşiyên din jî ji vî benîştî û ji benîştê tahl ê nekelandî derman tên çêkirin.