Ev kembera ku li nêzî Dêra Bey e, wê demê ji aliyê Nestûriyan ve hatiye avakirin û hê jî bi vê ava kemberê zeviyên brinc tên avdan. Ji ber ku li ser kembera avê nivîsek nîne, mirov nikare bibêje ka kîjan demê hatiye çêkirin, lê tê texmînkirin ku aîdê serdema Navîn e. Di roja me ya îro de hêj li ser xwe ye û cih bi cih jî hatiye texrîbkirin.
Komkujiya li dijî Nestûriyan
Gelê Nestûrî ku ji gelên qedîm ên Mezopomayayê ye heta 1840’î li Mezopoamyayê bi gelên din yên herêmê re baş jiyane. Lê piştî ku feraseta netewdewletê li gelên herêmê hat ferzkirin di nava gelan de alozî derket û ev jî veguherîn komkujiyan. Salên 1843 û 1846´an mîrê Botanê Bedirxan Beg, bi ser gundên Nestûriyan de girt û gelek ji wan qetil kirin. Herî dawî 1920’an komara Tirkiyeyê Nestûriyên dawî yên li ser van axan bi hênceta ku serî hildane qetil kirin. Yên ji komkujiyên sax filitîn koçî Mûsil û Urmiyê kirin.
DIHA/WAN