‘Reşik’ ku yek ji berhemên girîng ên çand û kevneşopiya Kurd e, li kargeha biçûk a Mecît Emen ê li Wanê tên çêkirin. Emen dibêje, ew dixwaze vê kevneşopiyê bigihîne nifşên nû.

Pêlava ‘Reşik’ di nava çanda Kurd de xwedî cihekî girîng e. Ji bilî Tirkiyeyê li derveyî welat jî tê firotin. Pêlava ‘Reşik’ ku xwedî kevneşopiyeke kevn e, li Wanê tenê li cihekî tê çêkirin. Mûyê bizina û kendîr ên ku pêlavên ‘Reşik’ pê tên çêkirin, tenê li gundên Bazîd û Îdirê tên peydakirin.

Hostayê pêlavan Mecît Emen 15 rojan bi van berheman dixebite û pêlava ‘reşik’ çêdike. Mecît Emen li kargeha xwe hem pêlavan çêdike hem jî tamîr dike. Bi biryar e ku çanda pêlava ‘Reşik’ bidomîne. Mecît Emen ku li kargeha xwe birayên xwe hînî çêkirina pêlava ‘Reşik’ dike, 32 sal in vî karî dike.

Li ser çêkirina pêlava ‘Reşik’ Mecît Emen got, “Em bi temamî bi destan çêdikin. Ji ber vê yekê jî kêm tên çêkirin. Pêlava ‘Reşik’ ku ji berhemên xwezayî tên çêkirin, fêda xwe li tenduristiyê jî heye. Em dixwazin pêlava ‘Reşik’ hîn bêhtir çêbikin.”

 

ANF/WAN