Mîrê Civaka Êzidî Mîr Tehsîn Seîd Beg, 28´ê Çile, li bajarê Elmanyayê Hannoverê, koça dawî kir û çû ber dilovaniya xwedê. Rêxistinên Êzîdî yên ji Çengalê doh daxuyaniyên sersaxiyê ji bo wî weşandin.
Tifaqê esas bigirin
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê der barê wefata Mîr Tehsîn Beg de peyameke sersaxiyê weşand. Meclisê sersaxî ji tevayî civaka Êzîdî û Meclisa Ruhanî ya Êzîdiyan re xwest û bang li civaka Êzîdî kir ku hewildanên Mîr Tehsîn ên ji bo yekitî û tifaqa Êzîdiyan esas bigirin.
Fermandariya YBŞ'ê jî li ser koça dawî ya Mîr Tehsîn Elî Beg daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Mîr Tahsîn Beg; Kesayeteke di xizmeta welatê xwe de bû, ji ber wê bû navek ku nayê jibîrkirin."