Girtiyê nexweş Sînan Tûtmaz ku 61 roj in di greva birçîbûnê de ye, got, heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe, ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan didomin. Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, girtiyê nexweş Sînan Tûtmaz ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Wî ragihand ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, ew ê çalakiya xwe dewam bike.

Tûtmaz, sala 2011’an hatiye girtin û 25 sal cezayê hepsê lê hatiye birrîn.

Heta tecrîdkirin bi dawî bibe

Tûtmaz, di 24’ê Nîsanê de bi telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku nayên dermankirin, vîtamînan nadin wan û bi awayekî sînordarkirî dikarin tiştên avî bikirin û gardiyan tim davêjin ser qawîşên wan û eşyayên wan belav dikin. Tûtmaz, got, “Heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe, em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em bimirin jî em ê dev jê bernedin.”

Em ê jî bikevin greva birçîbûnê

Bavê Sînan Tutmaz, Edîm Tûtmaz, anî ziman ku ji bo kurê xwe di wî halî de nebîne, ew naçe girtîgehê û got, “Saziyên ku deng ji xwe naînin hemûyan, ez şermezar dikim. Jixwe, CPT peywira xwe bi cih naîne. Wexta li Meclîsê behsa grevên birçîbûnê tê kirin, Serkomar û rêveberên vî welatî derdikevin derve.”

Dayika Sînan Tutmaz, Fatma Tûtmaz jî got: “Xwedê heqê me dayikên Kurd ji Erdogan re nehêle. Înşelah ew ê jî bikişîne. Em destekê didin zarokên xwe. Heger hevdîtin bi Ocalan re neyên çêkirin, em ê jî têkevin greva birçîbûnê.”

 

MA / MÊRSÎN