Di mirinan de, bihara çendan e û heta kengî li gorîstanên Kurdistanê wê dilojarê werin xwendin?
Mirin, ji bo Kurdan xeteke siyasî ye. Berê ne waqanivîs bûn, îro, her mirin waqanivîsek e, her wêraniyek bi berê topan, xurêna balafiran waqanivîsek e.
Lewra Yoldaş Hîwa, bi her spota balafiran re, bi heyecan, dibêje, “heval balafir rabûn”, ev gotin mesaj e, lê metna wan nîne... Lewra her mirin ji bo Kurdan waqanivîs e...
Guhên min jî li ser telefonê ye, bi her dengê telefonê re dilê min lêdide, Xwişka Şemsa, hevjîna şehîdê milîsekî salên ‘80yî, di devê topê de ye... Dengê her telefonê, biqasî dengê Heval-Yoldaş Hiwa mesajek e û dilê min, bi dîroka dusedûpêncih salî re diheje... Em zarok in ku kavilên bi topên Ittihadî hatin xerab kirin, çend deh sal in dengê topan û berê topan ji ser avaniyên Kurdan xalî nebûne...
Îro jî, li Cizîrê afûrek heye, li Surê nafûrek heye, li Hezexê tofanek heye... Ligel qirkirina fizîkî qotika siyasî heye.
Sefalet, êş bûye teqana sedsalê... Faşîzm li bakurê Kurdistanê cirîdê diavêje, cîhan lalûebkem e... Ji devê topan mirina reş, mirina bixwîn dibare. Dilê dayikan, dilê bavan, dilê xwişkan, dilê biran, dilê zarokan, bi germahiyeke çûkê beytik lê dide.
Faşîzma Erdogan dixwaze Kurdan wek mirîşkan bimeilîsîne. Lê Dengê Mehmet Tunç di guhên Kurdan de dike çingênî... Faşîzma sedsalê, bi armanca ku destiniya Kurdan bike destên xwe êrîş dike. Jêrzemînên wahşetê wek destiniya Kurdan bi nav dikin.
Hevalê Zana, metropolên Tirkiyê wek gorîstan bi nav dikirin. Dengê Kurdên li metropolan dernakeve. Li Ewropa deng derdikeve, lê biqasî metropolên Tirkiyê, Ewropa jî jêrzeminên wahşetê ne. Her waqanivîsa di dilê me de tê neqîşkirin, dergehên dilê me ji qîrêna welat û xweza axa Ahuraî re digire.
Selwa Keçeke Êzdî ye, ji gundê Girgamê ye, ji destê çeteyan rizgar bûye, niha gerîla ye, dibêje: Bêhna berûwê azadî ye... Bêhna tûreşkan azadî ye...
Xwiha Şemsa jî got, “min di kêleka dayik û bavê min de bispêrin axê”. Ligel faşîzma Erodgan, gorîstanên Kurdistanê jî hewa azadiyê henase nakin. Bêhna barûda kizîrî li gorîstanan belav bikin, bi kepçeyên zirxî gorîstanan xerab dikin. Rêbaza Hitler û şewitandina Cihûwan e...
Hitler Cihû dişewitandin, ev navê windakirina nifşan û gel e. Erdogan gorên Kurdan xerab dike, ev jî dixwaze nîşaniyekê ji Kurdan nehêle.
Faşîst her dem, xwe wek mînak û pêxemberên rastiyan nîşan didin. Lê bi hemû “mel’anetan” dagirtî ne. Teva, demxeya dema xwe ya “sefîl-sûfela-rezîl-rûswa” dikine nivişta stuwê xwe.
Di van rojan de, em bi mirinan re radibin, bi mirinan re rûdinin. Ji sedema rakirina çardara cangoriyan, her nûçeya me jî waqanivîsek e. Hevalê Diyar çiqasî bêje, bila nûçe kin bin, Heval Têkoşîn çiqasî bêje, çardar zêde ne, her gotina derbarê cangoriyan de waqanivîs in.
Skenderê Mekedonî, di riya xaka Ahuraî de got: Ez ê bi vê sefera xwe, biqasî stêrika herî geş di ezman de, di atlasê cîhanê de roniyê bidim.” Lê Erdogan di êrîşa xaka Ahuraî de, li gel Kurdên wek paçikê pîso, wê nikaribe ji teqan gemara xwe rizgar bibe. Di dîrokê de, ti dîktator, ti xayin, baran, berf, teyrok, roj, demsal û bihara gelan bidin rawestandin.
Birûskên Bihara Kurdistanê dijwar in.
Xwişka Şemsa, evîndara Bihara Kurdistanê bû, bav û dayika xwe di biharakê de, xwişka xwe Latîfe di biharekê de, hevjînê xwe di biharekê de spartin axê, niha ew jî di wê oxirê de di detspêka biharî re, li ser çardarê ketiye ser riya Kurdistanê.
Berî 68 salan, dema bû di kavilên bi topa dewleta Tirk hate cîhanê, niha jî, li ser çardarê diçe binya kavilên gundê Mizîzexê…