Li Hewlêrê melayek ji avahiyekê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Rayedarên polîsên Hewlêrê diyar kirin ku mela di encama qezayê de jiyana xwe ji dest daye, lê di hinek hesabên înternetê de tê gotin ku mala mela ne li wê avahiyê bû û mirina wî bi guman e.
Melayê bi navê Yusuf Ehmed Mehmed ku wekî Yusuf Ehmed Şêx Bizênî jî tê nasîn û ji bajarê Kerkûkê ye, pêr li Hewlêrê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Şêx Bizênî ku li Mizgefta Hacî Asî ya bajarê Hewlêrê melatî dikir, ji avahiyekê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Mehemed di sala 1978’an de li Kerkûkê hatiye dinê.
Di hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Iraqê de wekî namzetê serbixwe li Kerkûkê tevlî hilbijartinan bibû. Her wiha wekî kesayeteke welatparêz dihat nasîn.
ROJNEWS/HEWLÊR