The Death of Breuze Sans Pitié (Mirina Breuze bê poşmanî) yek ji berhemên Dante Gabriel Rosetti ye ku ji raya giştî hema hema timî veşartî bû, xefkirî bû. Sedem jî ew bû ji dema hatiye çêkirin û vir ve ew di koleksiyonên taybet de bû. Rosetti ev berhema hanê di salên 1850´î de çêkiriye. Jixwe bi dehsalan jî tenê danasîna wî ya nivîskî hebû tu kopî û fotigrafên wê jî nedihatin belavkirin. Niha wê hefteyekê li Londonê, li British Museumê li raya giştî hefteyekê vekirîbû û kesên dixwazin wê karibin vê berhemê îro jî bibînin.

Sehneya di resma bi rengên avî de du siwariyên efsaneya Melik Arthur nîşan dide. Yek jê Dinadan û yê din jî Breuze e. Her du şerê hev dikin bi kêran. Li pişt wan miryek û jineke bizdiyayî heye.

 

LONDON