
Di rojnameya Brîtanî ya The Guardianê de George Monbiot bı ser nıvisa “Heger em heta bikujin erdê wisa cot bikin, çarenûsa mirovahiyê bi komeleyî ji birçîna mirin e” balê dikişîne ser ji hedê xwe zêde çandiniya erdên me.
Gotar bi pirsgirêkeke sereke ya dinayaya me digire û hişk li ber çavên xwîneran li bin guhê erdê dixe; “Dinya nikare bersivê bide pêdivî û çavçilûsiya me.”
Gotar îşaret bi zêdebûna serjimara muhtemel a dinyayê heta bi nîvê vê sedsala em tê de dike û dibêje, her kes ê ku bi mesekeyê dizane wê zanibe ku li pêşiya me bi komeleyî ji birçîna mirin heye. Li gorî wî ev her sê sedemên li jêr jî sereke ne:
* Ji dest me çûna erda çandiniyê: li gorî texmîna Neteweyên yekbûyî di nava 60 salan de wê dawî li bênderên me bê.
* Ji destdana çavkaniyên avê: Li deverên mîna Bakurê Çînê, navenda Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, ji ber ku ava zemîna dinyayê li wê derê ji bo avdaniyê hat bi karanîn, rêjeya ava zemînê daketiye asteke ku fikaran mirovî çêke, heta mirov dikare behsa wê yekê bike ku rewş hindik maye li ber hewarê bisekine.
* Kêşeya sêyem germahî ye: Li gorî lêkolînekê, ti tişt li ser erdê neguhere ji bilî germahiyê, bi her pileya zêde dibe, hilberîna birinc ji sedî 3, ya gêris ji sedî 7 kêm dibe.
Di encamê de nivîskar dibêje, vîzyoneke ku mirov ji birçîna bi çolan dikevin û bi komelî dimirin bi berstûka min digire û bernade.
Nivîskar dibêje, xewna pêdiviyên bi dawî nabin ên mirovan, û dabînkirina wan wê bibe sedema hilweşîna civaka temamê mirovan. Şoreşeke kesk ya muhtemel a gihandina goştê sentetîk û qutbûna ji cotkirina erdê pêşniyaza wî ye. Ya rastî ew e ku em bi pirsgirêkeke cidî ya mirovahiyê re rûbirû ne.
LONDON