Berî damezirandina Komarê, piştî damezirandina Komarê… Berî derbeyên leşkeri, piştî derbeyên leşkerî… Berî tevlêbûna rêxistinê, piştî tevlêbûna rêxistinê… Berî derketina çiyayê, piştî derketina çiyayê… Berî hilbijartinê, piştî hilbijartinê… Ji sed salî zêdetir e Kurd ji bo azadbûna axa xwe têdikoşin, bi mirinê re jî hevnas in. Ne tenê kesane, kom bi kom, gund bi gund, bajar bi bajar, carina bi navê rêxistinekî, carina bi hinceta tevgereke derqanûniyê, tên kuştin. 

Berî damezirandina Komara Tirk, çendîn kesên navdar ên Kurd ku di nav civakê de jî bi zanyarbûna xwe ve dihatin nasîn, ji bo avakirina komarekî hevbeş jî xebatên gelek bi ked û bi êş meşandîbûn, ew hemû li piştî damezirandina Komara Tirkiyê mirina xwe tahm kirin. Wekî Abdullah Cevdet, wekî Mevlanzade Rifat, wekî Xelîlê Xeyalî, wekî Sêyîd Evdirehman, Şêx Saîdê Pîranî, Fehmiyê Bîlal, Celadet Elî Bedirxan, Memdûh Sêlim, Hemzeyê Mûksî û hwd. çendîn însan, berî komarê zilm û zordariya împaratoriya Osmaniyan dîtibûn, -ji xêynî Şêx Saîd û Sêyîd Evdirehman, ku ew tevî çend zanyar û siyasetmedarên din li Amed û Bedlîsê hatin daliqandin- piştî avabûna Komarê jî di “lîste ya 150’iyan” de cih girtin. Ji wan hin kes ji bo ku canê xwe ji destê Kemalîstan xelas bikin, derbasî Rojavayê Kurdistanê, Şamê bûn, di sirgûniyê de jiyan û gorên hinê wan jî hê ne li axa wan e. Ger sirgûnî encam nede, bi her awayî mirin bû, sernivîsa Kurdan…

Piştî damezrandina Komar a Tirkiyê jî mirin tenê cilên xwe guherand, lê bi şikleke din, em bejin kaxizeke fermana mirinê her tim dardakirî bû li stuya wan...  Çi ronakbir be çi siyasetmedar, çi hunermend be çi nivîskar an jî leşker, tu tiştek nediguheriya. Tenê bi eslê xwe Kurd be, ji bo deshilatdar ên desthilatdariyê bêhna xetereyekî jê were, ango desthilatdar an jî nûnerên desthilatdaran ji wan bêhna xetereyekî hildin, bes e… Çi gundî be çi bajarî, hemû yek in. Çi karmend be çi kedkar, ferx nake. Çi li Kurdistanê bijî çi jî li bajareke Tirkiyê an jî di penaberiyê de, cûdahiyek nîn e. Tenê Kurd be, ser wê jî şik û guman pê were, em dikarin bejin teqez ew kes nêzî mirinê ye… Ji berî damezrandina Komarê jî heman rewş bû, piştî Komarê jî… Ji berî hikumata AKP’yê jî heman rewş derbasdar bû, piştî hikumatên AKP’yê jî her wisa… Li çiya bin jî dihatin kuştin, li zanîngehê bin jî… Dawî ya dawî bi siyasete re mijûl bin jî nebin jî tên kuştin. 

Çi ku dîrok zindî ye û li ber çavê me ye. Gava ku welatparêzên Kurd di dema 1910-14’an de ji tevgerên Îtihatçiyan sar bûn û durûtiya wan dîtin, fermana wan jî rabû. Ne gerîla bûn, ne li çiya bûn, xêynî pênûseke wan tu tiştekî wan jî nebû; lê dîsa hatin kuştin. Li parlamena yekemin cihê Kurdan teng bû. Cîh nema bû ji bo Kurdan. Hatin deranîn. Kurd tevgera Azadî ava kirin, îja bi navê ajantiyê sûcdariyek hate pêydakirin û di nav artêşê de bin, li gundê xwe bin yek bi yek, ref bi ref hatin girtin û bi destê kujerên desthilatdariyê jiyana xwe ji dest dan. Piştî serîrakirina Şêx Saîd Efendî her wisa, piştî Komara Agirî her wisa. Wek mînak Zîlan… Wek mînak Dêrsim… Piştî Dersimê heta 1959, ango heta “Doza 49’iyan” Kurd bi hinceta êşqiyatiyê, bi navê qaçaxtiyê dihatin kuştin. Bi Doza 49’iyan jî, kesên ku ji şoreşa General Qasim ya li Iraqê re şabûbûn hatin girtin. Piştî wê li ser navê DDKO’yê, li ser navê TKDP û çendîn rêxistinê ciwan û siyasetmedarên Kurd kuştin.

Îja îro dibêjin “kî ku li çiya dijî dewletê şer dikin, an jî bi wan re tekili datînin û li bajaran öalakiyan dikin em wan dikujin û heta qirbûna wan jî emê bikujin”.

Bila kes şaş nebe, mirin mirina Kurdan e. Çi ji sala 1900 heta dawiya serdema 20’emîn, çi jî îro be ferx nîn e. Li çiya bûn jî, li malê xwe bûn jî heman tişt e. Ferman fermana li ser daxwaziya “wek xwe bûn”, ango bi nasnameyên xwe ve xwestina wekhevitî , ango sûc, “bi Kurdbûna xwe ve Kurdbûn” e. Ev jî bi têra xwe sedemeke meşrû ya kuştinê ye. 

Bi kurtasî, ger tu bi îrada û bi nasnameya xwe ve Kurd bî, yekemin xelata te mirin e. Mirina Kurdan mirineke bi vî hawî ye. Ji ber vê yeke jî, ji bo ku tu li dijî kujertiyê têbikoşî, welehî tenê têgihîştina te ya “nasnameya însanbûnê”, kêrî te ye…